Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeya Desteya Perwerdeyê serdana nûnertiyê kir

SILÊMANIYÊ – Şandeyekê ji Desteya perwerdeyê ya Kantona Efrînê, serdana nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê kir.BASUR-ZIYARETA-NUNERTIYA-RXD-LI-BASUR-1

Şande ji Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Cizîrê Semîra Cah Elî û Endama Komîteya Rêveber a Mamosteyan Yisra Derwîş  pêk hat.

Di serdanê de, şande bi nûnerê Rêveberiya Xweser ê Başûrê Kurdistanê Ciwêdan Hesen re civiya û rewşa xwendekarên Rojavayê Kurdistanê û girîngiya fêrkirina wan, hat nîqaşkirin.

Her wiha derbarê girîngiya avakirina peymangehên perwerdekirina ciwanan li herêmên rizgarkirî jî, nîqaş  hatin kirin.

Di vê çarçoveyê de, Hevseroka Desteya Perwerdeyê spasiya nûnerê Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê kir ku destek dide xebatên perwerdeyê yên li Rojavayê Kurdistanê.

(mm)

ANHA