Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeya KCD û HDP’ê: Kobanê wê di dilê Kurdistanê de be

KOBANÊ –  Hevseroka KCD’ê Selma Irmak ku bi parlamenterên HDP’ê de derbasî Kobanê bû got, “Kobanê wê di dilê Kurdistanê de be. Em ê bîranînên vî bajarî biparêzin. Zarokên me, zarokên zarokên me wê van nirxan bibînin û ji bîr nekin. Wê şervan, şehîd û gaziyên Kobanê ji xwe re weke mîrateyê bibînin.”

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak û parlamenterên HDP’ê di serdana xwe ya li Kobanê de herî dawî Taxa Kaniya Murşît ziyaret kirin û piştî dayîna daxuyaniyeke li vir, derbasî Mehserê bûn. Hevseroka KCD’ê Selma Irmak salvegera damezrandina şoreşê pîroz kir û got, “Em li pêşberî şervanên YPG’ê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bila hemû cîhan zanibe ku navê şehîdên Kobanê wê bi tîpên zêrîn li dîrokê bên nivîsandin. Jin û xortên ciwan, li dijî êrîşên hovane bi bedena xwe çarenûsa Kurdistanê guherandin û dîrokeke nû nivîsandin. Dîroka li vê derê wê êdî bi du parçeyî bê bilêvkirin. Dîroka beriya şoreşa Kobanê û ya piştî şoreşa Kobanê. Berxwedanê, dîrok kir du parçe.”

Irmak diyar kir ku dijminên Kurdan digotin, “Em kengî bixwazin em ê Kurdan parçe bikin, tine bikin” û axaftina xwe wiha dewam kir: “Lê belê tevahiya cîhanê hurmet nîşanî vê şoreşê da. Em hemû kedkaran, hemû şoreşgerên Kobanê li ser navê gelê Kurd, li ser navê mirovahiyê pîroz dikin.” Irmak bibîr xist ku di dema destpêkirina êrîşan de ew hatibûn Kobanê û got, “Berî sê mehan em hatin Kobanê. Kobanê bajarekî zindî bû û li ber xwe dida. Em îro jî hatin. Kobanê serbilind e û bajarê şehîd e.” Irmak da zanîn ku yên li Kobanê li ber xwe dan şoreşek afirandin û got, “Şehadetên Kobanê şoreşek afirandin. Kobanê wê di dilê Kurdistanê de be. Em ê bîranînên vî bajarî biparêzin. Zarokên me, zarokên zarokên me wê van nirxan bibînin û ji bîr nekin. Wê şervan, şehîd û gaziyên Kobanê ji xwe re weke mîrateyê bibînin.”

Irmak herî dawî destnîşan kir ku ew ê Kobanê ji nû ve ava bikin û got, “Ev der rûmeta me ye. li şoreşa Kurdistanê pîroz be.”

Paşê Serokwezîrê Kantona Kobanê Enwer Muslim mafê axaftinê girt û got, “Li ser navê Kantona Kobanê, em ji yên nirxên Kurdistanê diparêzin re dibêjin hûn bi xêr hatine. Em spasiyên xwe pêşkêşî gelê Kobanê, hemû gelê li çar parçeyên Kurdistanê dikin.” Muslim destnîşan kir, ku Kobanê sembola mirovahiya cîhanê ya li dijî terorê li ber xwe dide ye.

Piştî daxuyaniyan şandeya KCD û HDP’ê bi rayedarên Kantona Kobanê û şervanên YPG’ê re stran gotin, govend gerandin û serketina Kobanê pîroz kirin.

Piştî serdanê şande ji Kobanê vegeriya û ji bo pîrozbahiyan derbasî gundê Mehserê yê Pirsûsê bû.

(ekip/aq)