Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeya Rejîma Sûriyê gihîşt Cinêvê

NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya Rejîma Sûriyê ji bo tevlî civînê bibe, gihîşt Cinêvê.

Televizyona fermî ya Rejîma Sûriyê raghandin ku şandeya rejîmê bi serkêşiya nûnerê rejîmê  yê NY`yê Beşar Ceferî ji bo beşdarî civîna Cinêv-8 bibe, îro gihîşt Cinêvê.

Hêjayî gotinê ku duh şandeya rejîmê beşdarbûna civîna Cinêv-8 taloq kiribû, lê piştî danûstandinên di navbera Nûnerê NY`yê Dê Mstûra û Wezareta Derve ya Sûriyê, şandeya rejîmê qebûl kir ku biçe Cinêvê.

(kc)