Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeya rêjîmê dizîvire Cinêvê

NAVENDA NÛÇEYAN – Şandeya rêjîma Sûriyeyê wê tevlî danûstandinên Cinêv-8 bibe û piştî çend rojan diçe Cinêvê.

Li gorî ajansa SANA ku bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve ye, şandeya rêjîma Sûriyeyê bi serokatiya Beşar EL-Caferî ji bo ku tevlî danûstandinan bibe roja yekşemê wê bigihêje Cinêvê.

Tora 8’emîn a danûstandinên Cinêvê, hefteya berê dest pê kiribû û negihîşt tu encamê. Ji ber helwesta şandeya opozîsyonê ya derbarê çûyîna Esed de, şandeya rêjîma Sûriyeyê xwe ji danûstandinan vekşandibû û vegeriyabû Şamê.

(bx/he)

ANHA