Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeya Rêveberiya Xweser serdana gundên Reqqayê kir

REQQA – Şandeyek ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi amanca rewşa sivîlan ji nêz ve bişopînin, serdana gundên ku di çarçoveya hemleya sêyemîn a Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, kir.REQ-SERDANA-REVEBERIYA-XWESER (3)

Şande ji Hevseroka Desteya kar û barên derve  yê kantona Cizîrê Sîham Qeryo, Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo û Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî û Kar Mihemed Husên Ebûd, pêk dihat.

Şandeyê, di çarçoveya serdanê de, hevdîtin bi gelek şêniyan re pêk anîn. Şêniyan bi xêrhatina şandeyê kirin û zilm û zordesteyê di dema dagirkeriya DAIŞ`ê ji herêmên wan re pêk hat, vegotin.

Şêniyan her wiha diyar kirin ku piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ew ji pençên çeteyan rizgar kirin, bihna wan derket û bayê nefesê kişandin.REQ-SERDANA-REVEBERIYA-XWESER (2)

Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî Mihemed Husên El-Ebûd destnîşan kir ku wan di serdanê de, rewşa welatiyên wan herêman ji nêzîk ve şopandin. El-Ebûd da zanîn ku di encama dagirkeriya DAIŞ`ê de welatî tarûmar û bûn û jiyaneke dijwar derbas dikirin.

El-Ebûd diyar kir ku di çarçoveya serdanê de rêgezên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û jiyana di siya Netewa Demokratîk de ji şêniyan re rave kirin.

El-Ebûd got ku şênî bi serdana şandeyê kêfxweş bûn û şande bi germî pêşwazî kirin.

(rr/dc)

ANHA