Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeyek rojnamevanên Misrê hate Rojava

QAMIŞLO – Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer diyar kir ku di navbera wan û rêjîma Baas de têkilî tune ye û destnîşan kir ku ji bo çarserkirina aloziya Sûriye ew amade ne bi hemû hêzên aktîf li ser maseyekê rûnên.

Şandeyek rojnamevanên ji Misir ku ji serokê edîtorê kenala El-Nehar Usama Xalid, serokê edîtorê karê derve yê rojnameya El-Weten Ebdulezîz Şewqî,  lêkolînerê karûbarên kurdî û o zanîngehê Mehmûd Zayid û lêkolîner û profusê karûbarên kurdî Mihyedîn Mistefa pêk dihat, hate rojava.

Endamên şandeyê serdana Desteya Karê Derve ya Kantona Cizîrê kir û ji aliyê hevserokê desteyê Ebdulkerîm Umer, cîgirên wî Sena Deham û Fener El-Kieyt, endamên Desteya Serokatîk ya Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Nûjîn Yûsif û Cemal Şêx Baqî ve hatin pêşwazîkirin.QAMISLO-RAGIHANDINA-MISRE-ZIYARETA-REVEBERIYA-XWESRIYA-DEMOKRATIK-KIR (2)

Di serdanê de, endamên şandeyê, pirsên derbarê têkiliya di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûriye de, geşedanên dawî li Rojava û Sûriye, kiryarên dewleta Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Sûriye, têkiliyên Rêveberiya Xweser bi dewletên herêmî û cîhanî û nêrînên li ser federaliya Bakurê Suriye kirin,  her wiha lidarxisitna Kongreya Netewî ya Kurdistanê di nîqaşan de cih girt.

Ebdulkerîm pirsên rojnamevan bersivand û got: “Ji destpêka aloziya Sûriye, ji bo çareserkirinê me xeta siyasî hilbijart. Bi êrîşên çeteyan li ser Rojava me hêzeke leşkkerî bi navê Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin ava kir. Van hêzan hemû êrîşên çeteyan şikandin.”

Umer destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriye ti têkiliyên wan bi rêjîma Sûriye tune ye û destnîşan kir ku li gelek herêmên Rojava di navbera wan de şer derket.

Ebdulkerîm Umer anî ziman ku zihniyeta şofonîst a rêjîmê nehatiye guhertin û hê Sûriyeyeke navendî dixwaze û ji çareseriyê re ne amade ye. Umer got:”Em beşek ji Sûriye ne, em hewl didin pergaleke federal û demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan misoger dike, ava bikin.”

Umer got ku , kesên beşdarî civênên Cinêv dibin nûneretiya gelê Sûriyeye nakin û wiha dom kir: “Çareserî bi beşdarbûna hemû aliyên li ser xaka Sûriye jiyan dikin pêk tê.”

Ebdulkerîm Umer destnîşan kir ku ew amade ne bi rêjîma Sûriyê re rûnên, lê ne wekî ku wezîrê karê derve gotiyê em rêveberiya xweser a kurdan qebûl dikin e û wiha anî ziman: “Hewldanên me yên îlankirina federaliyê ku hemû pêkhateyên Sûriyê cihê xwe di nav de bigire, hene. Bi vê sîstemê şerê li Sûriyê wê di dawî bibe û mafên hemû pêkhateyan misoger bibe, her wiha ji xexweşiyên li Rojhilata Navîn re bibe derman.”

Umer bi bîrxist ku di encama peymana Syks-Bicot de Kurdistan bû çar parçe û hewldanên lidarxistina Kongreya Netewî ya Kurdistanê têne kirin da ku nakokiyên di navbera hêzên kurdî de werin çaeserkirin û yekîtiya wan were avakirin. Umer got: “Hevdîtinên şêwirî li her çar parçeyan berdewam bike û dê li ser maseyekê bicivin û lêvgereke hevbeş ava bikin.”

Umer têkidarî pirsa têkiliyên dewletên herêmî û cîhanî bi Rêveberiya Xweser re wiha got: “Welatên herêmî û cîhanî yên bi me re, baweriya wan bi projeya me hatiye, digotin ku Sûriye gereke ne navendî be. Bêdengiya civaka navdewletî li ser hilbijartinên federaliyê yên komînan li Rojava û Bakurê Sûriyeye, vê yekê zelal dike. Lê dewleta Tirk li dijî wê derket, ji ber ditirse ev yek derbasî Bakurê Kurdistanê jî bibe û gel kurd ku hejmara wê li wir 40 melyon in rabin serhildanan. Li aliyekî din ENKS‘ê ji têkbirîna şoreşa Rojava hewldanên wê hebû, lê bi serneketin.”

Di dawiya serdanê de, cîgira Hevserokatiya Karê Derve ya Kantona Cizîrê Sena Deham belgeyên têkiliyên dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ‘ê re û kiryarên wê li ser sînor, her wiha dosyeyeke li ser pergala Rêveberiya Xweser pêşkêşî şandeyê kir.

(bb)

ANHA