Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şandeyeke rewşenbîrên Cizîrê çû Minbicê

MINBIC – Şandeyeke rewşenbîran a ji herêma Cizîrê serdana bajarê Minbicê kir û bi Hevserokatiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê bi hev re civiyan û rewşa çand û rewşenbîriyê gotûbêj kirin.

Civîn bi beşdariya hevserokên Meclîsa Rêveber Îbrahîm Qeftan û Zeyneb Qenber Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebûd Meqso, Endama Komîteya Têkliyên Dîplomatîk ya Meclîsa Jinê ya bajarê Minbicê Henai El-Şerîf, Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz Emel Dada û hejmarek rewşenbîrên Minbicê, hat lidarxistin.

Di civînê de, nîqaş li ser rewşa çandî ya bajarê Minbicê û rewşenbîrên wê hat kirin, her wiha amadekariyên lidarxistina kongreya damezrêner a Yekîtiya Rewşenbîran, pirsgirêk û astengiyên derkevin pêş yekîtiyê, jî hatin nîqaşkirin.

Di civînê de, behsa çalakiyên yekemîn pêşangeha pirtûkan a li Minbicê hat kirin ku di bin çavdêriya Komîteya Çand û Huner a bajarê Minbicê de bû hate kirin û wek pêngavekî serkeftî ya bihêzkirina damarên çand û hunerê di Minbicê de, hat binavkirin.

(rr)

ANHA