Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sandîkeya dermansazan destûra 98 dermanxaneyên Reqayê erê kirin

GIRÊ SPÎ – Sandîkeya Dermansazan a Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê destûra 98 dermanxaneyan, 8 embarên dermanan û laboratwarekê erê kirin û 36 dermanxaneyên derqanûnî girtin.EHMED ISMAIL

Di çarçoveya kar û xebatên Sandîkeya Dermansazan a Komîteya Tenduristiyê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê de ji bo birêxistinkirina rewşa tenduristî û parastina welatiyan ji dermanên dema wan bihurîne û kontrolkirina buhaya dermanan, sandîke çavdêriya xwe li seranserî herêmê didomîne. Sandîkeyê di vê çarçoveyê de destûra 98 dermanxaneyan, 8 embarên dermanan û laboratwarekê erê kirin û 36 dermanxaneyên derqanûnî yên gundewarê Reqayê girtin.

Girêdayî mijarê Endamê Rêveberiya Sandîkeya Dermansazan Ehmed Îsmaîl wiha got: “Me rêjeya qezeca ji dermanan ji sedî 25 diyar kiriye. Her wiha komîteyek ji bo çavdêriya buhaya dermanan bike hatiye erkdarkirin. Her wiha dermanên bi qaçaxî derbasî herêmê bûne dê bêne desteserkirin.”

(jh)

ANHA

GIRESPI-RUXSETEN-NAVENDEN-TENDURUSTIYE (2) GIRESPI-RUXSETEN-NAVENDEN-TENDURUSTIYE (3) GIRESPI-RUXSETEN-NAVENDEN-TENDURUSTIYE (1) GIRESPI-RUXSETEN-NAVENDEN-TENDURUSTIYE (5)