Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şano û awaza”Welat welatê me ye, tolildan soza me ye”hatin çêkirin

XANDÎ ELO

EFRÎN – Endamên Tevgera Çand û Huner a navçeya Cindirêsê li ser hemleya “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye” awaz derxistin û şano amade kirin.

Ji bo destekdayîn û xurtkirina hemleya YCR`ê “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”endamên Tevgera Çand û Huner a navçeya Cindirêsê awazek bi navê “Welat welatê me ye, tolhildan soza me ye”derxistin û şano jî li ser tevlîbûna ciwanan a hemleyê,  amade kirin.

Helbestvan û nivîskar Wehîd Ibrahîm gotinên şano û awazê amade kirine.

6 endamên Çand û Huner hem şano amade kirine hem awaz derxistine. Li gorî agahiyên çand û huner dayî wê şano û awaz jî di demeke kurt de destpêke li navçeya Cindirêsê were pêşkêş kirin, piştre li hemû navçe û navenda kantona Efrînê were pêşkêş kirin.

(np)

ANHA

EFR-CINDIRESE-AMEDEKARIYA-SANO-U-STRAN2 ‫(1)‬ EFR-CINDIRESE-AMEDEKARIYA-SANO-U-STRAN2 ‫(199492097)‬ ‫‬ EFR-CINDIRESE-AMEDEKARIYA-SANO-U-STRAN2 ‫(199492098)‬ ‫‬