Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şanoya Astana li Idlibê bi şerek dijwar didome

ANALİZ

Azîz Koyluoglu

Dewletên li Astana hatin cem hev û xwe wek garantorê kombûna Soçî pênase dikirin, îro li başûrê Idlibê ketine nava şerekî dijwar. Dewleta Tirk ku yek mebesta wê ew e ku dixwaze li Sûriyê çareseriyek çênebe, ji Rûsya û Îran re got ku xwedî li biryarê xwe derkevin. Di heman demê de Rûsya jî ragîhand ku êrîşa li ser navenda wan ya li Tartûs ji cihên dibin kontrola dewleta Tirk de pêkhatiye. Her dû alî jî hevdû tewambar kirin. Ev daxuyaniyên hatin dayîn rastiya şanoya ev demekî bi ser navê Astana û herî dawî jî bi ser navê Soçî tê kirin, raxist berçavan.

Dema Rûsya, Îran û Tirkiye xwe nêzîkî hevkirin û binavê Astana komcivîna lidarxistin, ji bo herkesên ku rewşa Sûriyê ji nêzîk de di şopînin cihekî gumanê bû. Ev guman vala vala nebû. Ji ber ku ji roj roj  wan dewleta li Sûriyê şerê hev dikirin. Wê demê çi bû ku xwe neçarîbûn werin cem hev.

Komcivînên ji aliyê Rûsya-Tirkiye- Îran ve li Astana pêkdihatin pirr alî armancê xwe hebûn. Her dewleta li gora siyaseta xwe dixwest sûd ji civînan werbigrin.

Yek ji armanca xwe nêzîkirina wan dewleta ji hev re li herêma Heleb û derdorê İdlibê bêdengiyek çêkirin bû. Dîsan hin komên dibin dorpêça rejîma Sûriyê de mane, wan ji wan deveran derxistin û wan li cihekî kom kirin bû. Niha ev ji bo her sê dewletê li Astana hatinbûn cem hev baş dihat dîtin. Tirkiye ev ji bo xwe wek dîsa roj girtina di siyaseta Sûriyê de didît. Rûsya ji bo li herêmên din bikaribe zêdetir tevgerbûna xwe zêde bike, ev ji bo xwe wek derfet binav dikir. Bi taybet di demek ku Hêzên Sûriye Demokratik û Koalîsyona Navdewletî berê xwe dabûn paytexta zilma DAIŞ‘ê û roj bi roj wê heremê ji DAIŞ paqij dikirin, ji bo astengkirina ev pêşveçûna û li rojava û başûrê çemê Firatê de bikaribe hebûna çêbike, pêwistiya wê li Heleb û İdlibê heye, bêdengiyek bi vî rengî namet bû. Îran ku armanca wê ya bingehîn ev bû ku korîdorek erdî di navbera derya Spî dewleta xwe de bide çêkirin, hêj Hêzên Sûriye Demokratîk ev korîdor negirtiye xwe gihandina sînrorê Iraq bû. Ji bo wê jî bêdengiyekî li cihê din li Sûriyê ji bo baş didît.

Dewleta Tirk ya dagirker bi vê peymana di navbera Îran û Rûsya de dîsan heta radeyek kete nava siyaseta Sûriyê û heremek qasî 2500 kîlometre çargoşe dagirkir. Ev herema ji Kanîxezal (Cerablus), Azaz, û Babê pêk tê, dewleta Tirk ji bo li dijî Hêzên Sûriye Demokratîk û Kurdan wek metirsiyek bikartîne. Rojane bi vê siyaset a li Astana bingeha wê ji bo xwe peyde kir, li ser Efrîn û Minbicê gefan dixe. Tê xuyakirin ji dewleta Tirk giştî siyaseta Sûriyê negirînge, dîsan wan komên çeteyê girêdayî xwe bes ji bo berjewendiyê xwe dide bikaranîn. Yek siyaseta wê heye dijberiya demokratikxwazan e.

Rûsya hem Astana hem jî Soçî ji bo xwe wek dem qezençkirinê dide bikaranîn. Têkiliya Rûsya bi Tirkiyê re li ser bingaha pragmatîzma Rûsya û oportonîzma Tirkiyê hatiye avakirin. Ji bo wê jî Rûsya civînên Astana ji bo komên din yên ji bo wê dibin asteng ji holê rabike, bindengkirina komên girêdayî Tirkiyê bikaranî. Û di vê de biserket. Di vê navberê de Rûsya li ser çemê Firatê xetek ji sînorê Iraqê da çêkirin û bajarê Dêrazorê bi alîkariya Îran re xist bin serweriya xwe. Ger di civîna Astana de nebûna û bêdengiyek li derdora Heleb û Idlib çênebûna, rejîma Sûriyê bi alîkariya Rûsya û Îran re jî nikaribû li başûrê Firatê pêşbiketana.

Îran her dem şerê xwe li dervî axa xwe dimeşîne. Di siyaseta Sûriyê de jî ev kir. Şerê xwe li Sûriyê kir û vê ji bo xwe kir zemînek pir xurt. Niha ji deryaya Spî heta Tehran korîdorek fireh di destê Îran de ye. Ev jî rêya ev siyaseta xwe yan jî şano ya xwe bi navê Astana û herî dawî bi Soçî dike. Tê xuyakirin ku tu armancek Îran yê çareseriyê ji wan civîna nîne. Berovajî vê Îran çareya xwe bi tünekirina dijberê xwe de bibine. Û niha dijberê sereke jî komên girêdayî Tirkiyê ne. Îran ji bo wan koma ji holê rabike, li Idlibê ketiye nava tevgerê û hemû hêza xwe xerç dike.

Di warê leşkerî de rejîma Sûriyê û hevalbendê wê Rûsya û Îran ji bakûrê Hema heta başûrê Halebê di destpêkê de dixwazin korîdorek vebikin û bi vê korîdorê beşek fireh ax ji bidindestê komên çeteyên Tirkiyê derbixe. Di heman demê de dixwaze rêya di navbera Helebê û Şamê de nêzîktir bike. Ger ev temam bike û vê carê jî berê xwe bide navenda Idlibê.  Stratejiya Rûsya û Îran wiha eşkere dibe.

Ger ev stratejî bi astengiya rû bi rû were, wê demek din jî şanoya Astana û Soçî bidomînin.

Stratejiya Rûsya û Îran li Sûriyê herî kêm çeteyên Tirkiyê yên xwe wek opozîsyon binav dikin, bi temamî tinekirine. Ev dewletan bi rêya Astana rolek biv î rengî dan dewleta Tirk jî, kêşandina dewleta Tirk nava Idlibê jî hinek bi vê mebestê bû. Di tinekirina komên wek Cehebet Fetih Şam (El Qaîde) de bikaranîna Tirkiyê bû. Dewleta Tirk jî ketina xwe ya nava axa Idlibê xwest  bandoriya xwe zêdetir li ser komên girêdayî xwe bike û li dijî Efrîn metirsiya xwe xurttir bike. Siyaseta Îran û Rûsya li ser Tirkiyê encam negirt. Berovajî vê Tirkiyê komên girêdayî xwe zêdetir nêzîkî hev kir û bi navê  -Artêşa Milî wan komî hev kir. Ev komên çeteyan hedefa xwe wek Hêzên Sûriye Demokratîk û rejîma Sûriye eşkere kirin.

Rûsya, Îran û Tirkiyê ji aliyekî ji bo hesabên xwe yên veşartî pir alî xebat dikirin, ji aliyekî din jî şanoya Astana jî domand. Îro dika şanoya Astana li Idlibê diheje. Çawa Rûsya ji bo bejewendiyê xwe dîsa Tirkiyê xist nav siyaseta Sûriyê de û cihekî dayê, niha jî Rûsya ji bo Tirkiyê û komên girêdayê wê ji bo bi temamî ji nava siyaseta Sûriyê derbixe ketiye nava tevgerê. Bêrolbûna dewleta Tirk di nava siyaseta Sûriyê de ji bo Kurdan û dostên wê derfetên baş bixwe re bîne. Wê ne tenê li Idlibê, wê derfeta dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk li Kanîxezal, Azaz, û Babê jî bîne. Divê Hêzên Demokratîk ên Sûriyê  ji ev valatiya siyasî baş sûd werbigrin. Him şanoyên siyasî baş bibinin him jî amadekariyek baş ji bo wan heraman bikin.