Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şanoyên roja yekem a Mîhrecanê bala temaşevanan kişand

HAT NÛKIRIN

EFRÎN- Şanoyên di roja yekemîn a Mîhrecana Mîtan de hatin pêşkêşkirin bala temaşevanan kişand û bi germî hatin pêşwazîkirin.

Mîhrecana Mîtan a Şano li Navenda Çand û Huner a kantona Efîrnê li ser dika Çiyayê Kurmanc, duh destpê kir. Di mîhrecanê de şanoyên bi navê `Eynik` hatin pêşkêşkirin.MIHYEDIN ERSILAN

Di mîhrecanê de şanoyek bi navê ‘Memê Alan’ hate pêşkêşkirin. Şano ji aliyê nivîskar Abdulrehîm Hekarî ve hatiye nivîsandin.

Çîroka Memê Alan bala temaşevanan kişand. Di şanoyê de rastiya civaka Kurd di çîroka Memê Alan de tê gotin.

Her wiha di berdewamiya mîhrecanê de zargotinên kurdî hatin gotin û temaşevanan bi heyecan guhdar kirin.

Duh Mîhrecana Mîtan a sêyemîn li katona Efrînê ya herêma Efrînê bi dûrişmeya”Em ê jiyanê  biafirînin” dest pê kir.  Tê payîn wê mîhrecan 14 rojan dewam bike.

(np)

ANHA