Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredarî xebatên ji bo pêşwazîkirina zivistanê dike

DÊRIK – Buroya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê bi nêzikbûna zivistanê  xebatên paqijkirina rêgarên baranê  û xetên  kanalîzasyonê, her wiha sererastkirina riyên gundan dane destpêkirin.DRK-XEBATEN-SARADARIYE1 (1)3

Di havînî de, toz û qirêj di rêgarên baranê  û xetên kanalîzasyonê de kom dibe, ev jî dibe sedem ku rêgar û xetên kanalîzasyonê werin xetimandin û di dema zivistanê de ava baranê li kolanan kom bibe.

Li ser vê yekê Buroya Avê ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dêrik di çarçoveya xebatên xwe de dest bi paqijkirina rêgarên baranê û xetên kanalîzsyonê kirine. Heta niha niha 500 rêgarên baranê  û 500 xetên kanalîzasyonê yên taxên bajarê Dêrikê paqij kirin.

Li aliyekî din jî, Şaredariya bajaroka Siwêdiyê yê girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê li ser daxwaza welatiyên Komîna gundê Giresorê Feqe Koçerat riya gund sererast kir.DRK-XEBATEN-SARADARIYE1 (2)

Hevseroka Şaredariya bajaroka Siwêdiyê Xaliya Şawîş anî ziman ku li ser daxwaza komîna gund wan dirêjahiya kîlometreyekî riya gund sererast kirin.

Hevserokê komîna gundê Giresorê Feqe Ebdulkerîm Keleş spasiya Şaredariya Gel kir.

(bb)

ANHA