Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Çilaxa projeyên xizmetê û aborî pêk tîne

AZAD SEFO

 GIRKÊ LEGÊ – Şaredariya Gel a bajaroka Çilaxa projeyên xizmetê pêk tînin. Şaredarî riyan sererast dikin û bîrên avê dikole.

Şaredariya Gel a bajaroka Çilaxa girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Girkê Legê ye. Herdû şaredarî xebatên 5 Şaredariyên gundên Xirbê Cihwa, Abra, Kînco, Dêrona Axê û Hemra yên herêmê, birêve dibin. Şaredariya Gel a bajarok rojane xebatên paqijî, lêkirin û aborî, dide meşandin.

Sererastkirina riyan

Şaredariyê riyên bajarokê û gundan sererast kirin. Şaredariyê riya Qamişlo-Dêrikê  û gundê Girê Berê zift kir. Niha jî riyên gundên Abra û Alqos jî amade dike, da zift bike.

Riya bazirganî ya di navbera gundê Zexîra û riya naveteweyî ya bi dirêjiya 7 km jî, tê avakirin. Her wiha riyên gundên Şemam, Qîro û Girhok jî, têne sererastkirin.

Sererastkirin û firehkirina piran

Di demsala buharê de ji ber barîna barana dijwar, li gundê Şebik ê rojavayê bajarokê lehî rabû. Ji ber ku li pira ku li bakurê gund dike, cihê ku ava baranê têre tê serfkirin, tenge û av gihîşt malên şêniyên gund. Di vê çarçoveyê de, Şaredariya Gel pir sererast kir û 6 metreyan fireh kir, da lehî çênebe.

Her wiha pira ku dikeve bakurê bajarokê jî tê sererastkirin, da erebe bikaribin di ser de derbas bibin.

Berpirsên Şaredariyê dane zanîn ku dê toreyên avê û kanalîzasyoanan jî bêne sererastkirin. Her wiha dê 3 bîrên ava vexwarinê ji bo şêniyên bajarok û gundê Girê Berê, bêne kolandin.

Avakirina herêma pîşesaziyê

Dê Şaredariya Gel a bajarokê li ser daxwaza gelên herêmê, herêmeke pîşesaziyê ya hevbeş  di navbera bajaroka Çilaxa û bajarê Girkê Legê de ava bike. Piştî destûra Desteya Şaredariyan, Komîteyên Şaredariyê û endezyaran dest bi avakirina projeyê kirin.

Dê ev proje bi hevkariya Şaredariyên Çilaxa, Girkê Legê, Odeya Pîşesaziyê ya herêma Girkê Legê, pêk were. Firehiya projeyê 5 hezar m û 500 dikanan pêk tê, her wiha dê têde xwaringeh jî were vekirin.

Avakirina herêma pîşesaziyê dê pirsgirêka belavbûna dikanên pîşesaziyê di nava malan de, çareser bike û bazirganiya herêmê pêş bixe.

Avakirina moleke bazirganiyê

Şaredariya Gel a bajarokê destûr ji Desteya Şaredariyan girt û li navenda bazara bajarokê, moleke bazirganiyê ava dike. Dê li molê pêdiviyên dibistanê û iyadeyên doktoran, bêne bicihkirin.

Kêmbûna pêdiviyan

Berpirsên Şaredariyê dane zanîn ku Şaredarî tevî derfet û alavên kêm, gelek xebat  û projeyên xizmetê pêk tîne.

Hevşaredarê Gel ê bajaroka Çilaxa Elî Remedan diyar kir ku pirsgirêka ku li pêşiya wan derdiekeve, kêmbûna alavane.

(mm/dc)

ANHA