Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Gel a Hemrat hate vekirinn

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqayê Şaredariya Gel a Hemrat vekirREQA-VIKRNA-BLIDI (6)

Meclîsa Sivîl a Reqayê xebatên vekirina navend û saziyên sivîl didomîne. Di vê çarçoveyê li bajaroka Hemrat Şaredariya Gel bi merasîmekê hate vekirin.

Bi dehan şêniyên bajarokê û rûspiyên herêmê beşdarî merasîmê vekirina şaredariyê bûn.

Piştî rêzgirtinê, bi navê Meclîsa Jin a herêma El-Kerama û bi navê Şaredariya Gel a Kerama axaftin hatin kirin. Di axaftinan de vekirina şaredarî li şêniyan hate pîrozkirin û hate gotin vekirina şaredariyê berhemên berxwedaniya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk  e.

Deriyê şaredariyê ji aliyê dayika Şehîd Yasir El-Deqas ve yê  ku Pêngava  Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû hate vekirin.

Di dawiyê merasîmê de, beşdaran li gel stranan xelekên govendan hatin gerandin.

(hş)

ANHA