Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Gel a Tebqayê komîteya goristanan ava kir

TEBQA- Şaredariya Gel bi armanca alîkariya welaityên ku nikarin miriyên xwe defin bikin, komîteya goristanan ava kir.

Bajarê Tebqayê di 10’ê gulanê de hate rizgarkirin. Piştî bajar rizgar bû, xebatên xizmetozarî û civakî di nava bajar hatin meşandin. Şaredariya Gel a Tebqayê jî di çarçvoeya xebatên xwe de kar û xebatan dimeşîne. Şaredariyê bi armanca alîkariya kesên ku nikarin miriyên xwe defin bikin, bike. Di heman demê de wê karê komîteyê amadekirina goirstanan û alîkariya welatiyan di kolandina goran û rêxistinkirina defnê de be.

Komîte ji 5 kesan (yek berpirsyar û 4 karker) pêk tê, dê hemû goran amade bikin û goristanên bajar jî amade bike.

Di nava çend rojên pêş de wê komîte bi alîkariya hejmarek endizyarên sivîl û hosteyên lêkirinê goristana Şehîdan jî amade bike.

Tê payîn ku di rojên pêş de komîte li ser xebatênrakirina cenazeyên ku ji ber rwşa şer ne hatine definkirin bike  û di bin bermahiyan de mane bike. Şaredarî niha bermahiyan radikin, dê rakirina cenazeyan jî bi alîkariya buroya tenduristiyê ya Şaredariya Tebqayê pêk tê.

Endamê Rêvebe ê Buroya Xizmetan a Şaredariyê Henan El-Salih got ku alavên pêwîst ji komîteyê re hatine veqetandin.

Dema bûyerke mirinê li bajar çêbû, dê  buroya xizmetan were agahdar kirin, ew ê gorê amade bike û di xebatên definkirinê de jî alîkariya welatiyan bike.

(dc)

ANHA