Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Gel a Tebqayê projeyên sala nû diyar kirin

TEBQA Şaredariya Gel a Tebqayê xebatên dema borî nirxandin û projeyên xwe yên sala nû diyar kirin.

Şaredariya Gel a Tebqayê civîna xwe li dar xist. Civîn bi beşdariya Hevserokê Meclîsa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed, hevşaredarên şaredariyên gel ên Tebqa, Mensûra û Cerniye û endamên şaredariyan pêk hat.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rewşa rêxistinî hat nirxandin û raporên xebatên şaredariyê yên dema borî hatin xwendin.

Ji bo sala nû, şaredariyê ev proje dan pêşiya xwe:

Domandina xebatên sererastkirina qeraxên riyên bajêr.

Vekirina kargeheke îsfeltê.

Sererastkirina xetên kanalîzasyonan li bajar û gundewarên Tebqayê.

Avakirina Şaredariyên Gel ên bajarokên Hemam û Kesrat.

(mm)

ANHA