Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Hesekê projeyên îsal heta 2018 talok kirin

IHSAN EHMED

HESEKÊ – Serokê beşê pîşeyî ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Mihemed Elî diyar kir ku 3 projeyên sala 2017’an xebatên wan dê di dawiya vê Mijdarê de bêne rawestandin û dê di nava projeyên 2018’an de bêne temamkirin.

Di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re serokê beşê pîşeyî ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Mihemed Elî diyar kir ku 3 projeyên sala 2017’an ji giştî 22 projeyan xebatên wan dê di dawiya vê Mijdarê de bêne rawestandin û dê di nava projeyên 2018’an de bêne temamkirin.

Elî di berdewama axaftina xwe de got ku pilansaziya projeyên mehên Mijdar û Kanûnê yên sala 2017 dê di sala 2018’an de were danîn û destnîşan kir ku dê herî zêde baldariya xwe bidin projeyên weke sererastkirina park, kanalîzasyon, toreya avê û toreya kehrebeyê.

Elî di derbarê van hersê projeyan de jî got ku projeyên hatine daliqandin ev in: “Projeya firehkirina toreya avê li taxa Newroz ku lêçûn awê 23 milyon lîreyên Sûriyeyê ne, projeya qîrkirina kolanên taxan ku lêçûna wê 27 milyon lîreyên Sûriyeyê ne û projeya sererastkirina kanalîzasyona taxa Newroz û hin deverên taxên din in û lêçûna wê jî 40 milyon lîreyên Sûriyeyê ye.”

Serokê beşê pîşeyî ya girêdayî Şaredariya Gel a bajarê Hesekê Mihemed Elî di dawiya axaftina xwe de got ku hêjî xebatên gelek projeyan tên meşandin û di dawiya vê mehê de xebatên qîrkirina kolanan dê bêne rawestandin ji ber ku di demsala zivistanê de qîrkirina van kolanan ne guncaw e.

(jh)

ANHA