Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Mensûra hewl dide rewşa xizmetguzarî pêş bixe

TEBQA – Şaredariya Gel a bajaroka Mensûra ku 15’ê tebaxê hate avakarin, ji bo pêşxistina aliyê xizmetguzarî kar û xebatan dide meşandin.

Şaredariyê bi riya buro û komîteyên xwe av gihand gelek taxên bajarokê û rojane kolanan paqij dike.

Yek ji xebatên sereke yên ji şaredariyê tê xwestin ew ku avê bighîne tevahiya bajaroka Mensûra û gundên wê.

Li gorî Hevserokê Şaredariya Mensûra Mûsa Elî Salih diyar kir ku ew vê demê ji bo avê bighînin Mensûra û gundê Rojhilat û Rojava ji bilî gundê Başûr, dixebitin.SELAH EL-DIN MIHMED

Hemû komîteyên şaredariyê peywirên xwe yên xizmetguzeriyê pêk tînin. Buroya Xizmetguzariyê û Buroya Paqijkirinê kolana sereke û Kolana Resafa bi awayekî rojane, paqij dike. Ji bo paqijkirina kolanan du traktor têne bikaranîn û 22 karker dixebitin.

Buroya Tenduristiyê ji bo birêxistinkirina şêranîfiroş, xwaringeh û dikanên goşt bi awayekî rojane karê wan dişopîne.

Buroya Zabîte jî buhayê pêdiviyên jiyanî diyar kiriye da ku rê li pêşiya keysbaziyê were girtin. Ji bo firoşkarên sebzeyan jî cihek li nêzî Standgeha Werzîşê hatiye belîkirin.

Rêveberên Şaredariyê diyar kirin ku eger di demên pêş de alavên paqijkirinê werin peydakirin, wê kar û xebatên wan hê jî baştir werin meşandin.

(bx/he)

ANHA