Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Meydana xebatên xwe bi sîstemeke komînal dimeşîne

EHMED REŞÎD

EFRÎN – Welatiyên navçeya Meydana bi rêbazekî sîstema komînal hevkariya di navbera gel û şaredariyan de pêk tînin. Şaredariyê jî tevî kêmderfetan gelek xizmet dane meşandin.EFRIN-RECO-BI-DERFETEN-KEM-SARADERIYA-MEYDANA-GAV-AVET (3)

Şaredariya navçeya Meydana ya girêdayî devera Reco ya kantona Efrînê ya herêma Efrînê xebatên xwe tevî hemû astengî û kêmderfetan bi rêk û pêk dimeşîne. Şaredariyê gelek rê û kenarên riyên sereke sererast kirin û ava vexwarinê ji welatiyan re peyda kir. Her wiha navên gundên girêdayî wê ku hatibûn erebkirin vegerandin vegerandin navên kurdî.

Hin ji xebatên ku Şaredariyê pêk anîne ev in. Şaredariyê riya ber bi gundên Şingêlê û Penêreka bi alîkariya gel sererast kirin. Di van xebatan de welatiyên gundê Şingêlê 6 milyon lîreyên Sûriyeyê di nava hevûdu de kom kirin û alîkariya Şaredariyê kirin. Her wiha welatiyekî gundê Şingêlê weke alîkarî qadeke ku buhaya wê bi qasî 25 milyon lîreyên Sûriyeyê ye, radestî gund kir û têde qadeke fireh hate çêkirin.

Welatiyan her wiha hevkariya Şaredariyê kirin û dîwarên sê mezarên gundên Şingêlê, Dûdê û Gewenda ava kirin û 8 milyon lîreyên Sûriyeyê jê re veqetandin.

Şaredariya Gel her wiha kenarên derdora dibistan û bazaran jî bi bîtonê çêkirin û bi lêçûneke bêtirî 10 milyon lîreyan riyên ber bi zeviyên çandiniyê sererast kirin, her wiha ji bo peydakirina ava vexwarinê gelekî bîr kolandin.

ADIL

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Meydana Adil Eteş girêdayî mijarê ji ANHA’yê re axivî û got ku ew weke ekîpa şaredariyê gelek civînê bi kordîneya bi komînên gundan re ji welatiyan re lidar xistine û li gorî derfetên xwe bi hevkariya welatiyan gelek xebat li ser rêgeza sîstema komînal şaredariya xwe pêş xistine.

Girêdayî rêbazên kar û xebatan Eteş da zanîn ku wan hemû alavên di destên wan de ne xistine xizmeta welatiyan û welatiyan jî ji aliyê xwe ve beşekî mezin ji lêçûnan girtine ser milê xwe û wiha domand: “Em bi hemû hêza xwe tevgeriyan da ku madeya sereke ango ava vexwarinê ji welatiyan re were peydakirin.”

XIDEYCA

Heveroka Şaredariyê Xedîce Aslan da zanîn ku ew bi komîteyên avê yên navçeyên din re jî di  nava xebatan de ne da ku projeya toreya ava vexwarinê ji giştî gundên navçeyê re were peyda kirin û riyên navçeyê bêne qîrkirin û wiha got: “Lêçûna vê porjeyê jî derdora 200 milyon lîreyên Sûriyeyê ye.”

(jh)

ANHA