Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Minbicê di sê mehan de çi kir?

ŞERÎF EL-ABO

MINBIC – Şaredariya Gel a bajarê Minbicê ya girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê, bi hemû beşên xwe di seranserî rojê de xebatên xwe bi rêk û pêk dane meşandin û xizmetguzariyên weke av, kehrebe û paqijî ji welatiyan re peyda kir.

Xebatên ku Şaredariya Gel a bajarê Minbicê ya girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê ku di van sê mehên dawî de pêk anîne, em ê hewl bidin di vê dosyetyê de diyar bikin.

Projeyên qîrkirinê

Di mehên Tebax, Îlon û Cotmehê de Şaredariya Gel a bajarê Minbicê xebatên qîrkirina rê û kolanên sereke yên bajêr dane meşandin û bêtirî 4 hezar mître karê ji ziftê bikar anî.

Şaredariyê her wiha xalên kanalîzasyonê yên bajêr jî sererast kirin û projeyeke çêkirina kanalîzasyonê ya bi dirêjahiya 500 mître di bajêr de pêk anî, her wiha hemû komên axê yên ku çeteyan li serê rê û kolanan danîbûn rakirin.

Buroyên şaredariyê

Buroya veguhestinê hemû siwareyên herêmê qeyd kirin û yên derqanûnî jî rawestandin. buroya xanûberan jî 206 qeydên xanûberan derxistin û sicilên hatine kopîkirin 221 sicil bûn. Buroya pîşeyî jî 83 destûrên pîşeyî erê kirin û gelek destûrên din ên avahî û sererastkirina rîgaran dan.

Şaredariyê her wiha ji bo çanda çandina daran biparêze gelek kesên ku dar birîne ceza kirin û avahiyên derqanûnî yên li ser rê hatine avakirin rakirin.

Zabîteya şaredariyê nêzî 300 rewşên derqanûnî qeyd kirin, her wiha firoşkarên li ser kenaran ji pêşiya nexweşxaneyên rakirin.

Zimhêr

Komîteya Zimhêrê ya girêdayî şaredariyê xebatên xwe ji bo parastina welatiyan ji madeyên dema wan derbas bûne li giştî dukan, xwaringeh û navendên serjêkirina sewalan gerên xwe berdewam dikin û hemû madeyên dema derbas bûne tune kirin.

Firne

Komîteyên taybet bi çavdêriya xebatên firneyan bi armanca peydakirina nan ji hemû welatiyan re xebatên xwe bi rêk û pêk meşandin.

Park

Şaredariyê gelek parkên bajêr sererast kirin û hemû darên hişk jê hilkirin û li şûna wan darên nû çandin û û ava avdanê ji van daran re peyda kirin. Her wiha di nava riyên hatin û çûndinê de dar bûdek kirin û av dan. Şaredariyê her wiha kenarên rê û kolanan bi rengên spî û kesk boyax kirin.

Saziya avê

Saziya avê ya girêdayî Şaredariyê ava vexwarinê ji giştî bajêr re peyda kir û niha hewl dide saetên peydakirina avê zêde bike û li aliyekî din toreya avê li deverên ku çeteyan ziyan bi wan kirine sererast dike.

Yek ji xebatên saziya avê ew e ku ji bo avê peyda bike 10 bîrên nû kolandin.

Saziya kehrebeyê

Di derbarê rewşa kehrebeyê li bajarê Minbicê û gundewarê wê de saziya kehrebeyê ya girêdayî Şaredariyê gelek stûnên ku çeteyan şikandibûn guhertin û gelek cenerator peyda kirin.

Sotemenî

Ji 22’yê Tîrmehê heta 21’ê Mijdarê şaredariyê ji Buroya Sadkop a bajarê Minbicê 2123550 lître benzîn, 1245280 lître kîrosîn û 10503995 lître mazot wergirt û li herêmê belav kir.

(jh)

ANHA