Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Şedadê dermanên li dijî mêşûmoran direşîne

HESEKÊ – Komîteya Hawirdorê ya şaredariya Gel a herêma Şedadê yekemîn hemleya reşandina dermanê li dijî mêşûmorên ku ji ber wan nexweşî çêdibin da destpêkirin.HSK-HEMLE-LE-DEJE-KEZIKA ‫(1)‬ ‫‬

Bi bilinbûna pileya germahiyê û nêzikbûna demsala havînê re, derketina mêşûmoran destpê dike. Komîteya Hawirdorê ya Şaredariya Gel a Şedadê bi armanca parastina welatiyan dest bi hemleya reşandina dermanê li dijî mêşûmoran dan destpêkirin. Ev derman bi taybet li dijî mêşa ku nexweşiya leşmanî ji ber wê çêdibe ye.

Piştî herêma Şedadê di 2016`an de ji aliyê QSDʹê ve hate rizgarkirin, ev hemleya yekem car li herêmê destpê dike.

Têkildarî mijarê, Hevseroka Komîteya Hawirdorê ya Şaredariya Gel Xatim El-Sultan destnîşan kir ku di meha Nîsanê de mêşûmorên ku nexweşiyan çêdikin zêde dibin, ji ber vê yekê komîteyê ev hemle da destpêkiirn.

Xatim da xuyakirin ku heta ew zanibin ku mêşûmorên ku nexweşiyan çêdikin li holê neman, dê hemleya xwe li herêmê bidomînin.HSK-HEMLE-LE-DEJE-KEZIKA ‫(1)‬

Şêniyên herêmê jî spasiya her kesî beşdariya vê hemleyê bûye kirin. Welatiya bi navê Rîm El-Teraf di vê derbarê de wiha got: ʺEz her kesî beşdarî vê hemleyê bûye spas dikim, ji dema aloziyê û şer ve hemleyên bi vî awayî li herêmê pêk ne hatine. Em hêvî dikin ku xebatên wan di pêşerojê de jî dewam bikin.ʺ

(rr/dc)

ANHA

HSK-HEMLE-LE-DEJE-KEZIKA ‫(227213826)‬ ‫‬ HSK-HEMLE-LE-DEJE-KEZIKA ‫(227213825)‬ ‫‬