Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Tebqa bermahiyên şer radike

TEBQA – Piştî ku şervanên QSD’ê bajarê Tebqayê ji komên çete rizgar kirin, ev yekem carek şaredariya gel dest bi hemleya berfireh a rakirina bermehiyên şer dike.

Şervanên QSD’ê di 10’ê gulanê de bajarê Tebqayê ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştî rizgarkirinê ev yekem care ku şaredarî dest bi hemleya berfireh a rakirina bermahiyên şer dike.  Hemle piştî ku şaredariyê alav û erebeyên giran ji Meclîsa Sivîl a Reqayê wergirtin pêk hat.

Şaredariyê dema erebe û alavên giran wergirtin demil dest dest bi xebatên rakirina bermahiyên şer û wêraniya ku çeteyan di malê welatiyan de pêk anî bûn.

Di hemleyê de 4 bendozerên mezin, 3 kemyon û 2 erebeyên navîn xebitîn. Hemele îro ji taxa Ewel (yekem) ku taxa herî zêde ziyan tê de çêbûye pêk hat.

Şaredarî wê saet di 06.00’an de dest bi kar bike û xebatên xwe heta saet 15.00’an bidomîne, hemele di hemû rojên hefteyê de li tevahiya taxên bajar dê pêk werin û dê hemû bermahî were rakirin û li derveyî bajar were avêtin.

(dc)

ANHA