Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Tebqa buhayê ampêran û seatên şuxulandina cenatoran diyar kir

TEBQA-Şaredariya Gel a Meclîsa Sivîl a Tebqayê buhayê ampêran û seatên şûxulandina cenatoran diyar kir.

Bendava Firatê ku bajarê Tebqa di nav de gelek herêmên din ên Sûriyeye de ji elketrîkê têr dike, beriya rizgarkirina ji çeteyan hatibû xirabkirin.

Ji bo peydakirina elketrîkê, şêniyên bajêr cenator danîn, lê bilindbûna buhayê ampêran û seatên şûxulandina wê ne li gorî derfetên madî yên welatiyan e. Ev cihê gilî û gazincên welatiyan e. Cenator rojane 5 seatan dihat şûxulandin, her ampêreke bi hezar lêreyan e.IMAN ELEWI

Derbarê mijarê, Hevseroka Şaredariyê ya bajarê Tebqayê Îman Ilêwî got: “Şaredariya Gel a Tebqayê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, buhayê empîran û seatên şûxulandina cenatoran diyar kir.”

Îman da zanîn ku şaredariyê buhayê her ampêrek ceyran bi hezar lîreyên Sûriyê di mehê de diyar kir, di heman demê de saetên xebitandina centoran ji 5 saetan kir 10 saet.

Li ser mijara peydakirina mazotê, Îman Ilêwî tekez kir ku Şaredariya Tebqayê dê mazotê li xwediyên cenatoran belav bike, buahyê her lîtreyekî bi 50 lêreyan û got ku eger mazot baş wre peydakirin dê buhayê firotina wê were kêmkirin.

(bb)

ANHA