Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Tebqa li dijî keysbaziyê tevgerê dike

TEBQA –Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê, ji bo destnîşankirina buhayê kirêyê xaniyan û dikanên bajêr, tevdigere. Buhayê kirêyê zêde bûye û derfetên madî yên welatiyan derbas kiriye.TEPQA-HAZIRTIYA-JIBO-KOIRINA-MALAN ‫(186319362)‬ ‫‬

Di demên dawî de, kirêyê mehane ya xaniyan û dikanên bazirganiyê li bajarê Tebqa û gundewarên Reqayê zêde bilind bûye û hin caran 200 Dolarê Amerîkî derbas kiriye.

Şaredariya Gel a Tebqayê, tevdigere ku buhayê kirêyê dîsplîn bike û li gor eqarê (xanî, dikan) kirêyê destnîşan bike da şênî nekevin bin zexta kesybaziya bazirgan.

Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Mihemed Cercenazî di vê çarçovê de wiha got: ʺZêdebûna bilez a hejmara hatina koçberan, kir ku kesên wîjdan lawazên xwediyên xanî di kikanan keysbaziyê derheqê koçberan de bikin. Şêniyên Tebqa û koçberan ji ber vê kesybaziyê gazinan dikin. Girêbestên kirêyê nema bi lêreyên Sûrî dihatin nivîsandin, lê belê bi Dolar bû. Şaredariyê destwerdan kir ku vê rewşê dîsplîn bike û li gor xanî yan dikanan buhayê kirêyê destnîşan bike.ʺTEPQA-HAZIRTIYA-JIBO-KOIRINA-MALAN ‫(186319361)‬ ‫‬

Koçberê bi navê Muhened El-Kaekîlî yê ji Reqayê têkildarî mijarê  got ku herî kêm kirêyê mehaneya xaniyan 100 Dolar e û wiha domand:  ʺLi bajarê kevin xaniyê normal kêmî 100 Dolarî nayê dîtin  a dikanan jî 200 Dolar derbas dike , kirêyê mehane ya dikanên li cihên qerebalix ên bazarê, gihiştiye hezar Dolarî.ʺ

Nafi El-Hecac  ku xwediyê nivîsgeheke eqarîye wiha got: ʺDi çarçoveya karê me de, kirêya xaniyên herî kevin kêmî 40 Dolarî nîne, têkildarî şûqeyên nû behsa 100 Dolarî neke lê belê 200 Dolarî derbas dike. Kirêya dûkanan jî li gor cih û firehiya wê ye, herî kêm 150 Dolar e.ʺ

(rr)

ANHA