Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Tebqayê buhayên ceyrana jenetoran diyar kir

Dîmen

TEBQA – Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê biryarnameyek derxist û buhayê embêrên ceyranê ku jentor belav dikin, diyar kirin û ji xwediyê jenetoran xwest ku li gorî biryarnameyê tevbigirin.TEBQA-ŞARDARI E DES KARE KHREIY DKI (1)

Ji ber navenda ceyranê ya bendava Firatê ji aliyê çeteyan hate xirabkirin, Şêniyên bajarê Tebqayê ji jo ceyranê jenetoran bikar tînin. Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê biryarnameyek derxist û buhayê embêrên ceyranê bi hezar û 800 Lîreyên Sûriyê diyar kir. Şaredariyê ji xwediyên jenetoran xwest ku li gorî biryarnameyê tevbigirin.

Endamê Komîteya embêran ya girêdayî Şaredariya Gel a Tebqayê  Abdullwehab Silêman diyar kir ku şaredariya Tebqayê di demên dawiyê de biryarnameyek derxist û têde buhabûna embêran bi hezar û 800 lêreyên Sûriyî diyar kir.

Komîteya Embêran madeya mazotê bi miqdarê 65 lêreyên Sûriyê, dide xwediyên jenetoran. Şêniyên bajar biryar erênî nirxandin.TEBQA-ŞARDARI E DES KARE KHREIY DKI (3)

Di heman demê de bazirganan û xwediyên jenetoran dest bi girtina ruxsetan kirin. Heta niha 22 kesan ruxset girtine da ku dest bi kar bikin.

Rayedarên şaredariyê gotin ku heger xwediyên jenetorlan li gorî biryara şaredariyê tevnegeriyan dê werin cezakirin.

(bx)

ANHA