Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Tebqayê dest bi hemeleya mezin kir

Dîmen

Dîmen: Şaredariya Tebqayê

TEBQA-Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê hemleya paqijkirina bajêr da destpêkirin.TEPQA-HEMELEYA-PAQIJIYE-BEJER1 (2)

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê piştî ku alavên paqijiyê ji Meclîsa Sivîl a Tebqayê wergirtin, yekemîn car piştî rizgarkirinê, hemleyek mezin ji bo paqijkirina bajêr da destpêkirin.

Hemeleya paqijiyê ji taxa El-Ewel a bakurê bajêr destpê kir û dê heya paqijkirina tevahî bajêr berdewam bike.

Xebatên paqijkirinê ji saetên sibehê heyanî piştî nîvor didome, di xebatê de 2 bendozer, 2 kemyon têne bi kar anîn, her wiha hejmarek karkerên şaredariya dixebitin.

Her wiha danê êvarî ji saet 18:00 heyanî 23:00 xebatên paqijkirina sûka navendî ya bajar pêk tê, li vir 3 terektor û 10 karker dixebitin.TEPQA-HEMELEYA-PAQIJIYE-BEJER1 (3)

Piştî paqijkirina bajar, dê gundên rojavayê bajêr (Ayid) û gundên rojhilat ( Eskenderiya- Sefsafa) jî werin paqijkirin. Li gel vê jî dê taxên bajêr rojane werin paqijkirin.

Rêveberê Buroya Paqijiyê Ebdulrehman Ebdullah diyar kir cihê çopê yê dikeve rojhilatê bajêr û qirêja li ser riyan ku tevgera erebeyan asteng dike dê were baqijkirin.

Hemleya paqijkirinê 6’ê cotmehê dest pê kiriye û li taxa El-Ewele didome, piştî du rojên din jî xebatên paqijiyê li taxên El-Sanî û Salis destpê dike.

(bb)

ANHA