Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariya Tebqayê pirsgirêka besteyan çaresere dike

TEBQA – Ji ber rewşa jiyanî ya zehmet a şêniyên bajarê Tebqayê, qeraxên riyan û rawestgeh bûne cihên besteyan û bazirganiyê. Şaredariya Gel a bajêr jî hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.TEPQA-SUKA-BAJER (3)

Ji ber dagirkeriya çeteyên DAIŞ′ê, rewşa şêniyên bajarê Tebqayê zehmet bûye. Ji ber welatî ji bo ku debara jiyana xwe bikin, li qeraxên riyan û rawestgehan besteyên xwe danîne û pêdiviyên cûrbecûr difiroşin. Ev beste bi awayekî ne rêxistinkirî li nava bazaran jî belav bûne. Di encama vê yekê de aloziya trafîkê derdikeve holê.

Di çarçoveya rêxistinkirina bajar de, beşa zabîteyê ku piştî rizgarkirina bajar hat avakirin, bi erka xwe radibe, buhayê madeyan û besteyên li qeraxên riyan, rawestgehan û bi awayekî ne rêxistinkirî li nava bazaran hatine belavkirin kontrol dike.

Zabîteyê bazara navendî birêxistin kir û besteyên ku bi awayekî ne rêxistinkirî rakirin û kolana Bala ku dirêjiya wa 225 metreye û firehiya wê 25 metre ye ji bo bicihkirina besteyan,  diyar kir.TEPQA-SUKA-BAJER (2)

Kesê ku besteya xwe bi awayekî ne rêxistinkirî datîne, tê hişyarkirin û eger ku hişarî di ber çav re derbas nekir, bi hevkariya Hêzên Ewlehiya Hundirîn besteya wî jê tê girtin.

Welatiyê bi navê (S.M) ku bi besteya bi awayekî ne rêxistinkirî danbû û wiha got: ″ 7 zarokên min hene û rewşa me ya malbatî xerabe. Tenduristiya min jî ne başe. Ji ber hişyariya zabîteyê, min besteya xwe ji wî cihî rakir. Daxwaza min ew e ku Şaredarî cihekî ku firotin lê baş be û tevgera welatiyan lê hebe, ji me re diyar bikin.″

Endama Rêveberiya zabîteyê Mizgîn Ebdulrehman got ku ew hewl didin vê pirsgirêkê bi temamî çareser bikin û cihên guncaw ji bo besteyan bibînin.

(mm)

ANHA