Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariyê Girê Spî riya Otostrad temîr dike

GIRÊ SPÎ – Şaredariya Gel dest bi temîrkirina riya hîzamê ya sereke (otostrad) kir.

Şaredariya Gel a Girê Spî di 25’ê îlonê de dest bi gava yekem a temîrkirina riya Hîzamê ya li derodra bajar kir û xebatên rastkirina rê destpê kir. Niha jî şaredariyê dest bi reşandina kefirê hûr a li ser rê kir.

Bewrprisê temîrkirina rê û Endamê Şaredariya Gel a Girê Spî Mehmûd El-Hesen got ku ji ber kortal di rê de zêde bûn wan dest bi temîrkirina rê kirine. Tê payîn ku temîrkirina rê di nava hefteyekê de bi dawî bibe.MIHMUD AL HSEN

Riya behsa mijarê ji bo çûn û hatine kemyonan û erebeyên bar tê bikaranîn, dirêjbûna wê 3 kîlometre û firehiya wê jî 7 metre.

(dc)

ANHA

GRI SPI-CEKIRNA REYA (2)