Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariyê riya gundê Mabata qîr kir

EFRÎN – Li ser daxwaza gazincên welatiyan, Şaredariya Gel a navçeya Mabata ya kantona Efrînê, riya sereke ya gundê Mabata qîr kir.EFRIN-MEBATA-KARE-SERADARIYE (2)

Şêniyên gundê Mabata ya navçeya Mabata ya kantona Efrînê, ji ber ku riya sereke ya gund kort zehmetiyên çûn û hatina dikişandin, li ser vê yekê giliyên xwe li şaredariyê kirin.

Şaredariya Gel a navçeya Mabata bi hevkariya şaredariya kantona Kobanê dirêjahiya kîlomtriyekî ji rê qîr kir.

Derbarê mijarê de, Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Mabata Hisên Qazilî anî ziman ku wan li ser daxwaza gel rê qîr kirin.

Hisên Qazilî diyar kir ku şaredariyê dê riya di navbera gundên Qentera û Mîrkan jî qîr bike.

(bb)

ANHA

EFRIN-MEBATA-KARE-SERADARIYE (3) EFRIN-MEBATA-KARE-SERADARIYE (1)