Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şaredariyên Cizîrê 6’emîn civîna xwe lidar xist

DÊRIK – Şaredariyên Kantona Cizîrê 6’emîn civîna xwe ya asayî lidar xist û xebatên 3 mehên dawî nirxandin. Di civînê de Şaredariya Gel a Girkê Legê ji ber xebata wê hate xelatkirin.

Civîn li bajarê Dêrik, li Navenda Çand û Hunerê Dîcleyê hate lidarxistin. Di civînê de  Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan ya Kantona Cizîrê Ebdulmesîh Coxo û cîgirên wî Sema Begdaş û Ednan Silêman, rêveberên şaredariyên kantona Cizîrê amade bûn.DRK-CEVINA-SARDAEIY-3

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre li ser navê desteyê Rojhat Elî rewşa siyasî nirxand û berxwedana YPG/YPJ‘ê silav kir. Elî  da zanîn ku berxwedana Kobanê hemû pîlanên şikandina Rêveberiya Xweseriya Demoratîk têk birine.

Piştî axaftina Rojhat raporên kar û xebatên şaredariyan hatin xwendin û li ser pirsgirêkan nîqaş hatin meşandin.

Di dawiya civînê de şaredariya bajarê Girkê Legê ji ber kar û xebatên wê, hate xelatkirin.