Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Saziya Avê pirsgirêka ava vexwarinê ya Efrînê çareser dike

Dîmen

EFRÎN – Piştî ku balefirên Tirkiyeyê navenda derxistina avê ji bendava Meydanê hilweşand, Saziya Avê ya Kantona Efrînê bîrên avê aktîf dike.EFRIN-TOBARANA-LI-SEDE-MEYIDANIKE (7)

Artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi balefir û çekên giran bi hovîtî êrîşî herêma Efrînê dike. Balefirên dagirkeriya Tirkiyeyê duh navenda derxistina avê ji bendava Meydankê ya kantona Efrînê armanc girt û di envamê de ava vexwarinê li ser welatiyên herêmê hate birrîn. Bi armanca çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê Saziya Avê îro bîrên avê yên kantonê ji nû ve aktîf dike.

Girêdayî mijarê çavdêrên çalakiya aktîfkirina bîrên avê yên Saziya Avê Edhem Ebdo û Enter Înco diyar kirin ku piştî ku balefirên artêşa dagirker a Tirkiyeyê navenda belavkirina avê ya bendava Meydankê armanc girtin, tavilê wan dest bi aktîfkirina bîrên avê yên yedek kirin û diyar kirin ku her çiqas dewleta Tirk hovîtiya xwe zêde bike ew ê bi hemû hêz û derfetên xwe ava vexwarinê ji welatiyên xwe re peyda bikin.EFRIN-TOBARANA-LI-SEDE-MEYIDANIKE (5)

Welatiyê bi navê Îbrahîm Henan bi tundî êrîşên dewlata Tirk a dagirker şermezar kirin û got ku piştî ku Tirkiye li eniyên şer têk çû hewl dide tola xwe ji welatiyên sivîl hilîne û bi hemû rêbazên qirêj êrîşî welatiyan dike û wiha got: “Em ti carî axa xwe ji dagirkeran re bernadin û em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.”

Hêjayî gotinê ye, ev hovîtiya Tirkiyeyê li dijî welatiyan ne cara yekemîn e û beriya niha jî ava çemê Efrînê ku ji Bakurê Kurdistanê ber bi herêma Efrînê ve diherike li ser bendava Meydankê birrî, di encamê de rêjeya kombûna avê di bendavê de gelekî kêm bû û ziyaneke mezin bi çandiniya cotkaran bû.

Rapor: Fîdan Ebdullah

Dîmen: Tolîn Hesen

(jh)

ANHA

EFRIN-TOBARANA-LI-SEDE-MEYIDANIKE (2) EFRIN-TOBARANA-LI-SEDE-MEYIDANIKE (1) EFRIN-TOBARANA-LI-SEDE-MEYIDANIKE (4)