Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sê cangoriyên Bagera Cizîrê hatin oxirkirin

TIL TEMIR – Bi sedan şêniyên herêma Til Temir cenazeyên 3`yê şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê, li goristana şehîdan a Til Temir û Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê, oxir kirin.TILTEMIR-MERASIME-3-SEHIDEN-BAGERA-CIZIRE0

Merasîma oxirkirina şehîdê Asayîşê  Mahir Ehmed û şehîdên YPG`ê Emîr Hemadê (Koçber Til Temir) û Beşîr Hemîd (Akif Berxwedan) li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir, hate lidarxistin.

Merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û Hêzên Asayîşê ve hate destpêkirin. Piştî toranê, ji Rêveberên Meclîsa Malbatên Şehîdan Riweyda Remedan û Endamê Komîteya Giştî ya Hêzên Asayîşê  Hesen Mihemed Hesen û malbatên her sê şehîdan, axivin.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdên re xwestin  û tekez kirin ku şehîd dîroka  rizgarkirina gelan bi xwîna xwe dinivisînin. Axaftvanan soza dewamkirina rêya şehîdan dan.TILTEMIR-MERASIME-3-SEHIDEN-BAGERA-CIZIRE47

Piştî wesîqeta her sê şehîdan  hate xwendin û radestî malbatên şehîdan  hate kirin, bavê têkoşer Mahir Ehmed, Deham Ehmed axivî û serbilinda xwe bi şehadeta kurê xwe anî ziman  û soza tolhildanê ji bo kurê xwe û hevreyên wî da.

Piştî merasîm bi dawî bûn, gel cenazeyên Koçber Til Temir û Mahir Ehmed rakirin û bi karwanekî berê xwe dan goristana şehîdan a Til Temir û li wir her du şehîd hatin definkirin.

Her wiha cenazeyê têkoşer Akif Berxwedan bi karwanekî din ber bi Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya gundê Berkevirê ya Dirbasiyê  ve hate oxirkirin û li rex birayê xwe Botan Zinar ku şervanê YPG`ê bû û di berxwedaniya  herêma Cizîrê de şehîd bibû, hate definkirin.

(kc)

ANHA