Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sê rojan çûn û hatina motorsklêtan hatin qedexekirin

MINBIC – Komîteya Hundrîn a bajarê Minbicê û gundên bi armanca parastina ewlekariya herêmê biryara qedexekirina çûn û hatina motorsiklêtan a sê rojan derxist.

Bi boneya salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ya ku dikeve 15`ê Tebaxê û ji bo parastina şêniyên bajar, komîteya hundrîn a bajar biryarname derxist û diyar kir ku çûn û hatina motorsklêtan ji sê rojan hatiye qedexekirin. Komîteyê got ku aramnca ji vê biryarê parstina ewlekariya herêmê ye.

Biryarname wihaye:

Bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Minbicê û ji bo ewlehiya şêniyên bajar, çûn û hatina motosiklêtan a sê rojan di nava bajar de, hate qedexe kirin. Ev biryar ji destpêka roja yekşemê 13`ê tebax û heta dawiya roja 15`ê tebaxê di meriyetê de ye.

Çi kesên vê biryarê binpê bikin, dê li rastî lêpirsîna qanûnî were.

 (bx/dc)

ANHA