Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şedadê bi hevgirtin û cihêrengiya xwe navdar e

TELAL HISÊN

HESEKÊ – Navçeya Şedadê bi mozayîka xwe ya eşîrtî navdar e, li rex cihêrengiya van eşîran bi kevneşopiyeke hevbeş ve girêdayî ne û hevgirtina hevûdu di şîn û şahiyan de dikin.HSK-ESIRAE-SEDADE

Bajaroka Şedadê 60 km başûrê bajarê Hesekê li ser riya di navbera Dêrazorê û Hesekê de dikeve. Ev rê bajarok dabeşî du beşan dike (bakur û başûr)

Bajaroka Şedadê 40 km dûrî sînorê Îraqê dikeve û di nava wê re çemê Xabûrê diherike. Her wiha xwedî girîngiyeke aborî ya mezin e, ji ber ku bi berhemên petrol û çandiniyê dewlemend e û welatiyên van deveran jêre dibêjn “bajaroka zêrê spî û reş”.

Şedadê yek ji embarên yedek ên herî girînd li herêma Cizîrê ye û girêdayî wê zeviyê petrolê El-Cibsê ku têde nêzî 500 bîrên petrolê hene ku weke duyemîn mezintirîn zeviyên petrolê yên parêzgeha Hesekê piştî zeviyên Rimêlanê ye, her wiha fabrîkeya gaza azad li Şedadê hatiye avakirin.

Li rex vê yekê taybetmendiya Şedadê bi çandiniyên cûda ye û piraniya çandiniyê genim, pembo, ceh û garis tên çandin û di avadana zeviyan de ji çemê Xabûrê sûd werdigirin.

Hejmara welatiyên bajaroka Şedadê û gundên girêdayî wê nêzî 300 hezar kes in û ji mozayîkeke eşîran pêk tê, ên sereke 8 eşîr in û ew jî ev in: “El-Mihasin, El-Igêdat, El-Keza, El-Hêb, El-Hezîm, El-Begara û El-Bo Umêra” mezintirîn eşîrên Şedadê El-Mihasin e û piraniya welatiyên van eşîran ji çandinî û xwedîkirina sewalan debara xwe werdigirin.

Li rex cihêrengiya eşîran taybetmendiya welatiyên Şedadê bi hevgirtina di şîn û şahiyan de ye û têkliyên wan ên biratî û civakî gelek in. Di vê derbarê de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê serdana hin şêxên eşîrên Şedadê kir û hevdîtin bi wan re pêk anîn.HESAN DARAUIS

Şêxê Eşîra El-Mihasin Silêman Derwîş di axaftina xwe de got ku li devera Şedadê gelek eşîr hene û eşîra herî mezin El-Mihasin e û welatiyên wê herî zêde xwe dispêrin xwedîkirina sewlana û çandiniyê û di derbarê têkliyên di navbera eşîran de wiha anî ziman: “Têkliyên di navbera eşîrên herêmê de gelekî baş in û bi biratî hevkariya hevûdu dikin. Eger gengeşeyek di navbera du malbatan de derbikeve ew di nava xwe de çareser dikin û şêxên eşîran destwerdana pirsgirêkê dikin û bi awayekî aştiyane çareser dikin. Vê yekê hişt ku girêdana di navbera eşîrên herêmê de bêtir xurt bibe.”

Rûspiyê Eşîra El-Filêta Mihemed Hicab destnîşan kir ku li Şedadê eşîrên mezin hene û her eşîrek bi urf û edetên xwe tên nasîn û hemû nêzî hevûdu ne û wiha got: “Hin eşîrên Şedadê bi sedan salan li vir bi cih bûne û hin jî ji bajarên cûda hatine.”

Mihemed Hicab di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eşîrên Şedadê kevin û qedîm in û parastina kevneşopiya xwe dikin û hevgirtina hemû welatiyên van eşîran li ser bingeha biratî û mirovahiyê ye û hemû şîn û şahiyên xwe bi hevûdu re parve dikin.

(jh)

ANHA