Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şehîd Mihemed beriya çalakiya fedayî: Welat hewcedarî me ye

Dîmen

ALVA OSÎ – MACDE EL-CELÛD

HESEKÊ – Yek ji milîtanên azadiyê ku canê xwe pêşkêşî gelê xwe kir û di rûyê çeteyên hov û xwînmij de sekinî Şehîd Mihemed El-Mihemed ê li dijî êrîşa DAIŞ’ê ya bi maşîneya bombebarkirî çalakiya fedayî pêk anî û nehişt ku tirimpêla çeteyan bigihîje nava sivîlan.

Mihemed El-Mihemed beriya ji malê derkeve ji dayîka xwe re ev tişt got: “Welat buha ye û hewcedarî me ye.”

Di 4’ê cotmeha 2017’an de dema ku koçberên ji derdora Dêra Zorê reviyane li herêma di navbera Şirketa Gazê ya Konîko û Zeviyê Petrolê yê El-Çefra kom dibûn, çeteyên DAIŞ’ê hewl dan bi maşîneyeke bombebarkirî êrîşî koçberan bikin.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Erka Xweparastinê beriya ku maşîne bigihîje nava koçberan, gule lê reşandin û xwestin rê li pêş hatina wê bigirin, lê maşîne nehate sekinandin.

Şervanê Erka Xweparastinê Mihemed El-Mihemed ê Ereb bi cavê xwe dît ku maşîneya bombebarkirî bi aliyê koçberan ve tê û nas kir ku eger bigihêje nava wan wê komkujiyeke mezin rû bide.

Mihemed El-Mihemed bi qehremaniyeke mezin li tirimpêleke leşkerî siwar hat û tirimpêla xwe li maşîneya çeteyan a bombebarkirî qeliband û herdu maşîne teqiyan.

Bi vê çalakiya fedayî ku şervanê Erka Xweparastinê Mihemed El-Mihemed, jiyana bi sedan welatiyên koçber hate parastin.

Şehîd Mihemed, di çileya 2017’an li kantona beşdarî hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Cizîrê bû û hertim bi îsras bû ku di eniyên pêşîn ê Pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe bigire.

Dayika şehîd Mihemed, Mekiye Elî ji ANHA’yê re axivî û behsa sîfatên kurê xwe kir. Mekiye diyar kir ku Mihemed ji hemû kesên derdora xwe hez dikir, xwedî moral bû û kesayetekî bi hêz û pêşeng bû.

Dayika Mekiye wiha dibêje: “Ez bi xwe Helebî me û bavê wî jî bi eslê xwe Kurd e. Ji bo serdana malbata xwe bikim, ez çûm Helebê. Wê demê Mihemed bi telefonê bi min re axivî û got beriya ez biçim şer dixwazim te bibînim.”

Dayîka şehîd anî ziman ku piştî wê telefonê ew yekser ji Helebê vegeriya bajarê Hesekê û bi kurê xwe re rûnişt. Mihemed û dayîka xwe nêzî saetekê bi hev re man, piştre destê dayîka xwe ramûsand û ev tişt jê re got: “Divê ez biçim. Welat hewcedarî fedekariyê ye û divê ez jî xwîna xwe pêşkêşî wî bikim.”

Mihemed beriya ku çalakiya xwe ya fedayî pêk bîne bi dayîka xwe re axivibû û jêre gotibû ku pir bêriya wê kiriye.

Mekiye dibêje ew bi lehengî û qehremaniya kurê xwe gelekî serbilind e û kurê wê bi çalakiya xwe ya fedayî canê xwe pêşkêşî gelên bindest kiriye.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê di 12’ê mijdara 2017’an de di merasîma oxirkirina cenazeyên 3 şervanên YPG’ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bubûn, çalakiya fedayî ya Mihemed El-Mihemed ragîhand.

(rr/he)

ANHA