Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şehîdê Bagera Cizîrê li Serêkaniyê hate oxirkirin

SERÊKANIYÊ – Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniyê, cenazeyê şervanê YPG’ê Danyar Serêkaniyê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê, oxir kirin.SERE KANIYE-MERASIMA-SEHIDA1 (6)

Bi sedan welatiyên bajarê Serêkaniye, cenazeyê şervanê YPG’ê Henî Hemid(Danyar Serêkaniyê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû,  ji nexweşxaneya Serêkaniyê  wergirtin û bi tilîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve, bi rêketin.SERE KANIYE-MERASIMA-SEHIDA1 (1)

Li goristanê, merasîma oxirkirinê bi toraneke leşkerî ji aliyê hevreyên şehîd Danyar ve, hate destpêkirin. Piştre, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan  Şêrîn Mihemed axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, cane xwe dan.SERE KANIYE-MERASIMA-SEHIDA1 (7)

Li ser navê Rêveberiya Xweser,  Dijwar Ahmed jî axivî û  sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:”Bi saya şehîdan em ê Sûriuyeke Demokratîk û fedral ava bikin û bi azad bijîn”.

Di berdewamiya merasîmê de, nasnameya  têkoşer hatin xwendin û radestî malbatê hate kirin. Paşê,  şehîd Danyar bi  dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re  hate oxirkirin.

(sx/kc)

ANHA