Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şehîdên Enfalê bi çalakiyên cuda hatin bibîranîn

NAVENDA NÛÇEYNA- Bi wesîleya 29‘emîn a salvegera komkujiya Engalê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Bi wesîleya 29’emîn salvegera komkujiya Enfalê li naçeya Kelar û bajarokê Rizgarî yên girêdayî herêma Germiyan çrêze çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Kelar

Li Kelar a Germiyanê li salona sporê ya Kuranê bi mijare qirkirinê û Enfalê konferanseke hate lidarxistin. Di konferansê de mexdûrê Enfalê û Wezîrê Karê Şehîdan Mahmûdî Hacî Salih axivî û xwest ku qirkirina Enfalê di qada navdewletî de were naskirin.

Rizgarî

Her wiha li bajarokê Rizgarî yê Kelarê Navenda Ronakbûnê ya Aranê hate vekirin. Di merasîma vekirinê de xelat dane nasên ku di Enfalê de jiyana xwe ji dest dane.

Dukanê

Bi heman armancê li bajarokê Dukanê ya Germiyanê turnuvaya fotbolê hate çêkirin.

Turnuveya fotbolê ji aliyê Mîdûriyeta Sporê ya Rizgarî hate organîzekirin û di navbera Tîma Neviyên Enfalê de ku ji nasên kesên ku di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dayin pêk dihat û Rizgarî de lîstika gokê hate lîstin.