Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şehîdên êrîşa Mexmûrê tên oxirkirin

HAT NÛKIRIN

NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyên 5 têkoşerên ku di êrîşa şevêdin a li dijî Wargeha Mexmûrê de şehîd bibûn, bi merasîmek heybet tên oxirkirin. Di merasîmê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku têkildarî vê êrîşê helwestek zelal nîşan bide. Şehîdên êrîşa Mexmûrê tên oxirkirin

Merasîma oxirkirinê li ber avahiya Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî dest pê kir. Di merasîma ku bi deh hezaran şêniyên wargehê tevlî bûn de, wêneyên şehîdan hatin hilgirtin. Her wiha dirûşmeyên li ku êrîşan û dewleta Tirk şermezar dikin  hatin berzkirin.

Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyaniya ku hatiye amadekirin hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “6’ê Kanûnê saet di 18:45’an de li êrîşek li dijî wargeha me ya şehîd Rustem Cûdî pêk hat. Ev êrîşa namerd, bêbext a li ser Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê pêk hat, di nava wargeha me de cihê avahiya Yekîneyên Parastina Cewherî  ya Mexmûr kiriye hedef.

Di vê êrîşê de ji endamên Yekîneyên Parstina Cewherî yên Mexmûrê Hevrêyên me Botan, Baz, Çekdar, Bager û Devran şehîd bûne. Her wiha 3 kes jî birîndar in. Ev êrîş li ser gelê wargeha me di şexsê gelê wargeha me de, li ser gelê Kurdistanê hatiye pêkanîn.MERASIMA-SEHIDEN-MEXMURE (3)

Di dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Mûsilê pêk hatin de, ji bo amadekariya parastina wargehê ev Hêza Parastina Cewherî ji gelê Mexmûrê ava bû. Dema çete ji Mûsilê ber bi Mexmûrê ve hatin û hemû dever dagirkirin li Wargeha Mexmûr ya Şehîd Rustem Cûdî tenê ev hêza Parastina Cewherî guleya yekem avêtin û çeteyên DAIŞ’ê li vê wargehê rawestadin.

Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê bi vê berxwedana xwe ya dîrokî tenê ne Mexmûr parastin heman demê pêşveçûna terorîstên DAIŞ’ê ya li ser Hewlêrê û herêmên din ên Başûrê Kurdistanê jî dan rawestandin. Weke tê zanîn piştî wê demdirêj li hemberî çeteyan vê hêzê parastinê berxwedaneke qehremanî raber kir û di şikandina çeteyên DAIŞ’ê bûn xwedî rol.

Ev hêz di dema xwe de li dijî DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirî, îro hate hedefkirin. Bê guman ev êrîş dagirkeriya Tirk a di pêşengtiya Erdogan de pêk aniye. Lê ev herêm axa Başûrê Kurdisan û Iraqê ye. Bi sed kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiyê ye. Em weke gelê Wargehê dixwazin fêm bikin ku Hikûmeta Navendî ya Iraqê û hêzên din ên peywendîdar çawa rê dan ku ev êrîş li ser wargeh me pêk bê? Em divê derheqê de di serî de ji hikûmeta Iraqê ya Federal, hikûmeta Başûrê Kurdistan û hêzên din ên peywendîdar li benda daxuyanî û helwestên wan in. Eşkereye ku ev êrîş xizmeta DAIŞ’ê dike û dixwaze tola DAIŞ’ê rake.MERASIMA-SEHIDEN-MEXMURE (5)

Em wek gelê Wargeha Mexmûrê, bang li Neteweyên Yekbûyî dikin û dibêjin; Wargeha Mexmûr kampekey ya penaberane, ewlehî û parastina vê wargehê di rêza yekem de di bin berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî de ye. Li gorî zagonên navneteweyî ya di derbarê koçberan de ev êrîş dibe binpêkirina hemû yasayên navneteweyî û sûceke li dijî mirovahiyê ye. Di derbarê vê êrîşa hovane de em jî NY li benda helwestekî zelal in û ji wan dixwazin ku li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin.

Em weke meclîsa Meclîsa wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi navê tevahî gelê Wargehê vê êrîş bi tundî şermezar dikin û dibêjin; li himberî van êrîşan emê ti caran gav bi şûnd navêjin û emê hîn zêdetir li hemberî destdirêjiya Tirkiyeyê û hevalbendên wan piştevaniya şoreşê xurt bikin û weke gelê mexmûrê bi sekna xwe ya xwedî îrade bersiva pêwîst bidin hemû neyaran.”

Merasîm bi axaftin û peyaman berdewam dike.