Têkilî | Derheqê me de

Şehîdên Hemleya Rizgarkirina Reqayê

 NAVENDA NÛÇEYAN- Raghandina YPG`ê nasnameya cangoriyên Hemleya Rizgarkirina Reqayê û Medîn Heseke yê di encama qezayekê de şehîd bibû eşkere kirin.

Raghandina YPG`ê di daxuyaniyê de nasnameya cangoriyên Hemleya Rizgarkirina Reqayê eşkere kirin.

Daxuaynî wiha ye:

ʺPêngava Rizgarkirina Reqqa ya ku di 6’ê Pûşberê de di pêşengtiya QSD’ê destpê kiribû, bi pêşveçûna şervanan ve didome. Di Reqqaya ku ji çar aliyan ve hate dorpêçkirin de ji bo ku gel û bajar ji hişmendî û dagirkeriya çeteyan xelas bibe têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Bêguman binxistina DAIŞ û bi tevahî di Rojava  û Bakûrê Sûrî de qedandina wan bi ked û fedakariyeke mezin ya ku ji alî şehîdên me yên leheng ve hatin dayîn pêkan bû. Ev kevneşopî îro jî, bi awayekî bê rawestan û bi şopandina van şehîdan ve, bi heman armancî û ji bo bermahiyên herî dawî ya çeteyan jî were paqijkirin ji alî şervanên me ve tê meşandin.

Hêzên YPG û YPJ bi awayekî aktîf di nav pêngavê de têdikoşin. 6 rêhevalên me di taxên bajar de lehengiyeke mezin raber kirin, bi armanca gihîştina serkeftinê ya pêngavê heya dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Rêhevalê me Medîn Hesekê yê ku di parastina Hesekê de erkdar bû di encama qezayekê de gihîşte şehadetê.

Em weke YPG û YPJ şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bibîrtînin û soz didin ku emê armanca van şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin. Ji malbatên van hevalan û ji hemû gelê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Baran Hesekê

Nasnav: Baran Hesekê

Nav û Paşnav: Mervan Ubeyd

Navê Dayikê: Ayde

Navê Bav: Fewaz

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tîrmeh 2017

Dilyar Şiyar

Nasnav: Dilyar Şiyar

Nav û Paşnav: Ebdilcebar Fadil

Navê Dayikê: Leyla

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Koçer, Gundê Elbusa

Medîn Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 14 Tîrmeh 2017

Nasnav: Medîn Hesekê

Nav û Paşnav: Ibrahîm Şêxo

Navê Dayikê: Zêna

Navê Bav: Zinêr

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 16 Tîrmeh 2017

Mihyedîn Erîşa

Nasnav: Mihyedîn Erîşa

Nav û Paşnav: Mihyedîn El Kazim

Navê Dayikê: Kehle

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Amudê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa, Keramê / 19 Adar 2017

Qanas Dirbêsiyê

Nasnav: Qanas Dirbêsiyê

Nav û Paşnav: Mihemed Hesen

Navê Dayikê: Salîha

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 3 Tîrmeh 2017

Xebat Hedad

Nasnav: Xebat Hedad

Nav û Paşnav: Merwan Hisên

Navê Dayikê: Mehya

Navê Bav: Erak

Cihê Ji Dayikbûnê: Çilaxa, Gundê Hedad

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 11 Tîrmeh 2017

Zinar Qamişlo

Nasnav: Zinar Qamişlo

Nav û Paşnav: Fehed Xelîf

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs, Gundê Xerbat Sete

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 13 Tîrmeh 2017ʺ.