Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şehîdên Reqayê hatin oxirkirin

Dîmen

Dimen:Şehîdên Reqayê hatin oxirkirin

EYN ÎSA – Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê, 7 şervanên QSD`ê ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li goristana şehîdan a li gundê El-Hikûmiye, oxir kirin.EYNISA-MERESIM-OXIRKIRINA-8-SEHIDAN (4)

Bi sedan şêniyên  navçeya Eyn Îsa, gundên wê û gundewarên Reqayê, cenazeyên Ehmed Ehmed (Ehmed), Mihemed Kerîm(Mihemed  Reqa),  Îbrahîm Ehmed (El-Qenas), Salih Hermî (Ebû Emar), Eymen Şerawî (Ebsî), Umer Mihemed Hesen (Nemir) û Ehmed Ehmed (Ebû Munzer), ji Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa wergirtin û bi karwanekî ku bi sedan erebeyan pêk dihat, berê xwe dan goristana şehîdan a gundê Hikûmiyê.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate destpêkirin. Paşê, Mûdirê Buroy Têkiliyên Giştî yê QSD`ê Ferhan Hac Îsa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş axivî  û soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê ta pêkanîna armancên şehîdan da. Elûş di nava axaftinên xwe  de bal kişand ser destkeftiyên ku QSD`ê bi dest xistine û giriniya wê ji bo tevahiya Sûriyê ye.EYNISA-MERESIM-OXIRKIRINA-8-SEHIDAN (5)

Piştî axaftin bi dawî bû, Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîdan xwend û radestî malbatên  wan kir.

Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û soza  şopandina rêya wan, 7 cangoriyên azadiyê hatin definkirin.

(kc)

ANHA