Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Selûm: Reqqa wê deriyek nû ji Sûriyeya paşerojê re veke

Dîmen

ZANA SYEDÎ

KOBANÊ – Hevserokê Meclîsa Damezirêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm da zanîn ku Reqqa wê bibe nimûneya bajarekî Sûriyeya demokratîk  a pêşerojê.

Hevserokê Meclîsa Damezirêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Selûm El-Mensûr derbarê hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê de pirsên ANHA’yê bersivandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

* Dema destpêkirina Hemleya Xezeba Firatê di vê pêvajoyê de guncaw e?

Dem guncaw e. Em di nav çarçoveya stratejiya xwe de û bi awakî sîstematîk dixebitin û gavên xwe yên tektîkî diavêjin. Biryara rizgarkirina Reqqayê berê hatibû dayîn. Em ê Dêrazor û tevahiya Sûriyê jî ji terorê rizgar bikin. Em di riyeke rast e de dimeşin, li ser banga gelê me yê Reqqayê hemleya hat destpêkirin. Şêniyên Reqqayê di wê baweriyê de ku tenê QSD’ê hêzeke niştimanî ya Sûriyê ye û ew ê karibe wan rizgar bike.

* Piştî bajar bê rizgarkirin, ew ê ji aliyê çi hêzê ve û çawa bê rêve bibirin. Yanê heya niha nîqaş li ser rêveberiya pêşerojê ya Reqqayê hatiye kirin an na?

Reqqa bajarek xwedî şaristaniyek kevnare ye. Ji xwe di roja îroyîn de jî ew parçeyek ji Bakurê Sûriyê ye. Ev zêdeyî 2 salin di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de ye. çawa ev bajar bê rizgarkirin, ew ê şêniyên wî bi xwe xwe birêve bibin. Ew ê îradeya gel bi xwe bajar birêve bibe.

Erka me niha ew e ku Reqqayê rizgar bikin, ji ber ku em xwedî soza rizgarkirina her bihusteke ji axa Sûriyê ne. armanca me ew e ku carek din jiyanê û demokrasiyeyê li herêma Reqqayê vegerînin û zindî bikin.

* Rixgarkirina Reqqayê wê hevsengiyên siyasî yên qada Sûriyê car din serobino bibin. Hun tabloya Sûriyê ya piştî Reqqayê çawa dixwînin?

Niha li qada Sûriyê pevçûnên herîmî û destwerdan hene. Hin aliyî dixwazin hesabên xwe li vir safî bikin. Bi rizgarkirina QSD ji Reqqayê re, wê riya van destwerdanan bê girtin. Em ê destûr nadin ku axa me bê dagirkirin. Dema ku Reqqa bi destê zarokên xwe û zarokên Bakurê Sûriyê bê rizgarkirin, ew ê guhartineke cidî di siyaseta navnetewî û herîmî de çêbibe.

Ji destpêka aloziya Sûriyê heya bi îlankirina projeya me, em nebûn parçeyek ji tu koalîsyonek navnetewî, herêmî û hwd. Ango em nebûn alîgirên berjewendî û ajandeyên tu hêzan. Me xeta sêyem pejirand û biryar da ku em bibin hêzeke niştimanî. Li ser vê esasê çi erkên dikevin ser milê me em ê ji bo xizmeta gelê xwe pêk bînin. Di vê oxirê de em destûr nadin tu hêzeke  biyanî ku dest werde çarenûsa gelê me têkeve axa Sûriyê. Hemû hêzên ku li Sûriyê şer dikin  ji bilî QSD`ê hêzên dagirker in û dixwazin hesabên xwe bicih bînin.

* Nameya ku hun dixwazin bigihînin şêniyên bajarê Reqqayê?

Ez di serî de soza xelaskirin û rizgarkirina wan ji çeteyên DAIŞ’ê careke din dubare dikim. Di Demeke nêz de hun ê bighêjin demokrasiya û azadiya xwe. pêşeroj wê bibe rûpeleke nû di dîroka me de. Kêm maye hun xelas bibin û hêza ku ji bo rizgarkirina we tê ye jî zarokên we ne. Xwîna xwe di oxira rizarkirina we de didin. Careke din em ê li qeraxa Firatê û li kolanên Reqqayê hevûdin bibînin û careke din jiyanê li wir zindî bikin.

(kc/ne)

ANHA