Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sembola rûmeta jina ereb; Henai El-Seqir-1

Dîmen

WARŞÎN SALIH

DÊRA ZOR – Gelo kîjan hest, kîjan raman û kîjan bawerî rê vedike ku mirov bedena xwe bike mertal? Dayikek bifikirin ku ji bo jiyanek bi rûmet canê xwe dide, lê ji zarokên xwe re jî dibêje, “Neheqiyê li tu kesî nekin, feqîran biparêzin, bila herkes min efû bike”.HENA-EBDULLKERRIM-SEKIR ‫(1)‬ ‫‬

Li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê tu hêzekê nekarî liber xwe bidin û tirsek mezin xistibû dilê hemû kesan. Di demeke wiha de hêzên YPG/YPJ’ê cara yekem li Kobanê îradeyeke ku hemû cîhan matmayî hişt nîşan da û çete têk birin. Ev berxwedana ku bi pêşengiya jinan pêk hat û ji bo tevahiya gelên herêmê bû hêviya jiyanê, eniya şoreşê berfirehtir kir. Bi taybetî hêza jinan gelekî mezintir kir. Ev yek di rizgarkirina Minbic, Tişrîn, Tebqa û niha jî li Reqayê tê dîtin. Jinên ji hemû netewan pêl bi pêl berê xwe dan eniyên berxwedanê. Yên ku nekarîn biçin eniyên şer jî, ji berxwedanê cesaretek mezin girtin û li hemberî çeteyan îradeyek ku kêm tê dîtin raxistin ber çavan.

Hemleya Rizgarkirina Reqayê jî bi van destanên lehengiyê dagirtî ye. Yek ji van destanan cesaret, bawerî û îradeya jina ereb a bi navê Henai Ebdulkerîm El-Seqir e.

Henai Ebdulkerîm El-Seqir a 46 salî bi eslê xwe ji bajaroka Dilêm ê Iraqê ye. Lê malbata wê ji mêj de koçî gundê Cezret Elbo Şemis ê girêdayî Dêra Zor ê Suriyeyê kiriye. Ew bixwe jî li vî gundî hatiye dinê û dibistana navîn heta refa 9’emîn dixwîne. Di temanê xwe yê 21 salî de dizewice û 7 zarokên (5 keç û 2 xort) wê çêdibin.

Henai li gel xwedîkirina zarokan, li ber mala xwe dikanek madeyên xwarinê û alavên malan vedike. Hevjînê wê Celal Xidir û kurê wê yê mezin Mihemed jî cotkariyê dikin.DERAZOR-ZAROKEN HENA SERBILIN JIYAN DIKIN ‫(1)‬ ‫‬

Malbata Henai jî wekî bi hezaran malbatên din, ji sala 2014’an ve dikeve bin zordariya çeteyên DAIŞ’ê. Dema ku Hemleya Xezeba Firatê ji aliyê hêzên QSD’ê ve hat destpêkirin, hêviya wan jî zêdetir bû. Di pêngava 3’yemîn a hemleyê de gundê wan Cezret Elbo Şemis ku dikeve bakûr rojavayê Dêraz Zor, di destpêka meha Adara 2017’an de hat rizgarkirin. Lê ji ber ku gundên derdorê hîn dibin dagirkeriya çeteyan de bû, talukeya liser gund jî hîn ranebibû.

Çeteyan careke din êrîş kirin û komkujî pêk anîn

Çeteyên ku ji şervanên QSD’ê derbeyên giran xwarin, berê xwe didin sivîlan. Di 19`ê Gulanê de, dema hewa bi mij û duman e, çeteyên DAIŞ`ê di saetên piştî nîvro de berê xwe didin gundê Cezret Elbo Şemis. Çete li gund bêyî ku cûdahiyê bixin navbera zarok, jin û kalan bi awayekî hovane êrîşî şêniyên gund dikin.

Li gorî şêniyên gund ên ku ji komkujiyê rizgar bûne, çete destpêke berê xwe didin ciyê pîroz mizgeftê û 35 zarok û mêrên ku li ser nimêja esrê ne di mizgeftê de qetil dikin. Çeteyên DAIŞ`ê zarokên di mizgeftê de li kom dikin, mazotê bi wan de dirjînin û bi saxî dişewitînin. Her wiha hinek mêran digurin (Çermê laşê wan ji ser radikin) û hinekan jî serjê dikin.

Berteka dayikê

Çete piştre jî berê xwe didin malên gundiyan. Yek ji wan malan jî mala Henai El-Seqir e. Henai, hevser û zarokên wê hemû di malê de. Dema ku dibihîzin çete êrîşî malan dikin, hevserê Henai Celal Xidir 4 zarokên xwe yên biçuk derdixîne derveyî gund. Li malê Henai û 3 zarokên wê yên din dimînin.

Ji hatina çeteyan a ber bi malê ve xuya dibe ku wan mala Henai bi zanebûn hedef girtiye û ji berê de plan kiriye. Nexasim çete hîn negihîştine ber malê, navê Henai dibêjin û qîr dikin. Berdewamiya êrîşa çeteyan em ji keça Henai ya 16 salî Emel Xidir ku wê demê di malê de bû û hîn jî bandora bûyerê ji ser xwe ne avêtiye, guhdarî dikin.

‘Dayika min nehişt em derkevin derve’

“DAIŞ çawa ket gundê me bavê min jî mîna şêniyên gund xwîşk û birayên min ên biçûk revandin derveyî gund. Ez, xwîşk û birayê min ên mezin Nehle û Mehemed em li gel dayîka xwe man. Du çeteyên DAIŞ`ê ber bi mala me ve hatin. Ji dûr ve bi kîneke mezin navê dayîka min digotin û bang dikirin. Dayîka min ji me re got ‘kesek ji hundir dernekeve’ û deriyê malê bi ser me de girt.”

Hestên dayiktiyê û cesareta mezin

Dema çete nêzî malê dibin Henai deriyê malê li ser zarokên xwe digire da ku dernekevin derve û ew bixwe diçe pêşiya çeteyan. Dayik Henai nahêle ku çete zêdetir nêzî malê bibin û helwestek tund nîşan dide. Hestên parastinê yên dayikekê wê demê derdikevin asta herî jor, di heman demê îradeya jineke ku bêhna azadiyê hilkişandiye nîşan dide. Van kêliyan jî zarokên wê di hundirê malê de temaşe dikin. Li hemberî 2 çeteyên di destê wan de çek hene û nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine, jinek wiha bi wêrekî helwestê nîşan dide. Ev yek bandorek gelekî mezin li ser zarokên wê jî dike.

Wan kêliyan em dîsa ji keça Henai Emel Xidir guhdarî dikin: “Çeteyan ji dayika min re gotin, ‘Tu alîkariya xenzîran dikî’. Dayika min jî bi wêrekî bersiv da û got; ‘Xenazîr hun in û ne hêjayî pêlava şervanekî QSD`ê neʺ.

Zarokê wê qetil kirinDERAZOR-ZAROKEN HENA SERBILIN JIYAN DIKIN ‫(238682625)‬ ‫‬

Li ser van bûyeran kurê Henai yê bi navê Mehemed Xidir jî derdikeve derve. Çeteyên ku ev bersiva tund ji dayikê girtin, dema dibînin ku kurê wê derketiye derve, rasterast wî gulebaran dikin. Herdu çete piştre jî ji ber malê diçim. Lê hêsta dayikê gelekî zêdetir bûye.

Bersiva dayikê

Emel Xidir ku bûye şahida her kêliyeke êrîşa çeteyan, wê demê jî wiha vedibêje; “Çeteyan çawa birayê min kuştin, pişta xwe dan dayîka min û çûn. Dayîka min jî bi hêrseke mezin berê xwe da malê û çifteya li hundirê malê girt. Piştre li pey çeteyan çû herdu çete kuştin.”

Dema ev bûyer diqewimin, panzerek çeteyan ku di ber malê re derbas dibe û êrîş dikin. Emel Xidir dibêje: “Di panzerê de 7 çete hebûn. Dîtin ku dayîka min herdu çete kuştin. Wan her 7 çeteyan dayîka min gulebaran kirin û dayîka min şehîd bû.”

Şervanên QSD’ê xwe gihandin gundMUHEMED-XIDIR

Dema çete li nava gund êrîşên xwe didomînin, şervanên QSD’ê xwe dighînin gund û bersiva çeteyan didin. Çeteyên ku sivîl kiribûn hedef, ji gund direvin. Bi vî awayî gelek şêniyên gund ji komkujiyê xilas dibin. Keça Henaî û xwîşka wê ku her kêliyek komkujiyê bi çavên xwe dîtin jî, bi mudaxelekirina şervanên QSD’ê re rizgar dibin.

Şervanan cenazeya Henai û kurê wê dispêrin axê

Piştî ku şervanên QSD’ê xwe gihandin gund û çeteyên DAIŞ`ê direvin, her malbatek cenazeyên xwe radikin û dispêrin axê. Şervanên QSD`ê jî cenazeyê dayîk Henai û kurê wê Mihemed li goristana gund, li rex hev dispêrin axê.

(a)

ANHA