Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sembola rûmeta jina ereb; Henai El-Seqir-2

Dîmen

WARŞÎN SALIH

DÊRA ZOR – Dayika 7 zarokan Henaî Ebdulkerîm El-Seqir ku bi berxwedana xwe ya li hemberî çeteyan, navê xwe bi tîpên zêrîn di dîrokê de da nivîsandin, bi wesiyeta ku li pey xwe hiştiye jî, di dilê hemû mirovan de hêlîn çêkir. CIROKA-JINEKE1 (5)

Henaî Ebdulkerîm El-Seqir a ku di êrîşa çeteyên hov a 19’ê gulana 2017’an de berxwedanek dîrokî nîşan dabû û şehîd bibû, wesiyetek li pey xwe hiştiye. Belkî jî, dayik Henai hîs kiriye ku dê hovîtiyek wiha bi sere wan de were, lewma demek beriya êrîşê wesiyeta xwe ji hevser û zarokên xwe re nivîsandiye.

Di destpêka wesiyeta xwe de Henai van şîretan li hevjîn û zarokên xwe dike: “Di destpêkê de hevjînê min û zarokên min; heyanî hûn saxbin alîkariya feqîr û hejaran bikin, xêrê belav bikin. Eger rojekê ez mirim, bi sebir bin û ji dûrbûna min ne êşin.”

Dayik Henaî her bang li hemû kesên nas jî dike û wiha dibêje; “Ez lêborîna xwe ji her kesî dixwazim û bi hêvî me ku min efû bikin. Ez jî hemû kesên ku neheqî li min kirine efû dikimʺ.

Zarokê wê wesiyet nedît

Henai ji kurê xwe yê mezin Mihemed jî şîret dike û dibêje, ʺLawê min ê mezin, pêwîste tu li xwîşk û birayên xwe miqate bî û bi taybet xwîşka xwe ya biçûk Fatma biparêzîʺ. Lê Mihemed jî di êrîşa çeteyan a heman rojê de şehîd dibe û wesiyeta dayika xwe nabîne.

Di dawiya wesiyeta xwe de Henai, gotina xwe ya dawî dibêje; ʺMirin bi dest xwedê ye, eger ez mirim naxwazim hûn bigirîn. Riya rast di jiyana xwe de hilbijêrin û her tim başiyê bikin.CIROKA-JINEKE1 (4)

Dayika we ya wefadar Henai”

Li nêzî dayika xwe ne

Piştî ku çete li gundê Cezret Elbo Şemis komkujî pêk tînin, şêniyên gund cenazeyên xwe dispêrin axê û di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de ji gund derdikevin. Malbata Henai El-Siqir (keçikên wê Emel, Leyla, Fatma, Kefa û Nehle, kurê wê Mistefa û hevjînê wê Celal Xidir) jî ji gund derdikevin. Lê dûr naçin û ji bo ku nêzî Henai bin, di navbera gundê xwe û gundê Ebû Xeşeb de di xaniyekî ji yek odeyê pêk tê de bicîh dibin.

Malbata Henai mîna hemû şêniyên gund ji ber rewşa ewlekariyê nikarin li gundê xwe bimînin. Lê zarokên wê her ku firset dibînin, bi bavê xwe re diçin ser gora dayîk û birayê xwe. Her wiha li mala xwe dinêrin û vedigerin. Niha jî li bendê ne ku rewşa ewlekariyê baş bibe û vegerin gundê xwe.

Zarok hîn dibin bandora êrîşa çeteyan û berxwedana dayika xwe de ne. Keça Henai ya mezin Nehle ku 18 salî ye, nekariye xwe li hemberî şehadeta dayîk û birayê xwe ragire. Lewma ji wê rojê ve bêdeng maye û wekî ku di xeyalekê de ye.CIROKA-JINEKE1 (2)

Ji jiyanê hezdike

Hevjînê Henai Celal Xidir ku 25 salan bi Henai re jiyan kir, bi van gotinan behsa kesayeta wê kir: “Henai di nava dost û hevalên xwe de dihat hezkirin. Gelekî xêrxwaz bû. Rewşa me ya madî normal bû, lê ew her tim bi şêniyên gund ên nexweş û feqîr re dibû alîkar. Di wesiyeta xwe de ji me xwestibû ku em xêran bikin û bi mirovên feqîr û hejar re bibin alîkar. Bi ola xwe ve girêdayî bû û bi wêrekî li hemberî DAIŞ`ê sekinî û ew qebûl nekirinʺ.

Xidir destnîşan kir ku Henai di mezinkirina zarokên xwe de gelekî girîngî daye terbiye û exlaq, di vê çarçoveyê de jî zarokên xwe perwerde dikirin.

‘Tirsa mirine di dilê wê de nebû’

Celal Xidir bal kişand ku Henai ji mirinê neditirsiya û wiha pê de çû: “Ew jineke pir xurt û şareza bû. Di dilê wê de cihê tirs û xofa çeteyên DAIŞ`ê tune bû. Li hemberî kiryarên wan bêdeng nedima. Ji ber ku bi rastiyê re bû û ji mirine neditirsiya. Di ruyê çeteyan de qîr kir û got, ‘hun ne misliman in’. Çeteyên DAIŞ`ê bê sedem û bi hiceta ku birayê Henai kafire ew kuştin.CIROKA-JINEKE1 (3)

Kurê birayê wê jî kuştin

Xidir bibîr xist ku çeteyên DAIŞ`ê kurê birayê Henai jî bê sedem kuştine û wiha dawî li gotinên xwe anîn: “Henai dizanîbû ku çete wan rehet nahêlin, lewma çifte li malê veşartibû. Henai dizanîbû ku wê bi destê çeteyan were kuştin. Ew berî ku şehîd bibe tola xwe ji çeteyan rakirʺ.

(a)

ANHA