Têkilî | Derheqê me de
ANHA

SempozyomaʺHunera li dijî şerʺli Reqayê didome

REQA – Sempozyoma bi dûrişmeyaʺHuner li dijî şerʺli  bajarê Reqayê di roja duyemîn de dewam dike.

Sempozyoma ku bi serpereştiya Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava li Çerxereya El-Neîm a bajarê  Reqayê duh hatibûn destpêkirin, bi tevlîbûna êlên Reqa, meclîsên herîmî, Mala Gel û saziyên civaka sivîl û leşkerî dewam dike.

Di taployên ku şêwekar çêdikin de, êşa gelê Reqayê ku ji çeteyên DAIŞ`ê dîtiye vedbêje.

Şêniyên Reqayê ref bi ref têne cihê sempozyomê û li taployên hunerî temaşe dikin.

Her wiha dîlanên gelêrî li cihê sempozyom têne gerandin.

Tê payîn wê sempozyom heta siba dewam bike.

(kc)

ANHA

REQQA-MEHRECAN-BERDEWAME (4) REQQA-MEHRECAN-BERDEWAME (3) REQQA-MEHRECAN-BERDEWAME (2) REQQA-MEHRECAN-BERDEWAME (1)