Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sempozyoma “Hunera li dijî şer” peyama piştgiriya bi QSD‘ê re da

REQA – SempozyomaʺHuner li dijî şerʺli  bajarê Reqayê bi dawî bû, sempozyom peyama piştgiriya bi QSD‘ê û şêniyên Reqayê da.

Sempozoma bi navê ” Hunera li dijî şer” bi destekdayîna Yekîneyên Parastina Gel ji aliyê Yekîtiya Rewşenbîrên Rojava li Çerxeriya El-Neyîm a bajarê Reqayê hatibû vekirin. Sempozyom  wekî gaveke piştevaniya ji bo Hêzên Sûriyeya Demokatîk di 26‘ê vê mehê destê pê kir û sê rojan dewam kir.FIRHAD

Çalakiyên sempozyoma di roja sêyemîn de bi dawî bû. Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê, fermandarên YPG, YPJ û QSD‘ê beşdarî çalakiyê bûn.

Di sempozyomê 18 tabloyên ku ji aliyê hunermendên şêwekar Mihemed Emîn Ebdo, Ramî El-Cerad, Ferhad Xelîl, Ekrem Zavê, Mihemed Şahîn, Berxwedan Mişo, Ayîda Hesen û Mûsa Mûsa ve hatibûn çêkirin, li çerxeriya El-Neîm hatin daliqandin.

Rêveberê sempozyomê Şêwekar Ferhad Xelîl girêdayê çalakiyê got “Beşdarbûna ji bo vê sempozoymê balkêş bû. Me xwest bi vê yekê peyameke bidin tevahî cîhanê ku em ê piştgiriyê didin QSD‘ê û şêniyên Reqayê û dixwazin rûkeniya li ser lêvin zarokan vegerînin.”

(bb)

ANHA