Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şênî banga avakirina piran dikin

ŞEHAB EHMED

QAMIŞLO – Çeteyên DAIŞ`ê gelek pirên ku li ser çemê El-Ehêmer ên navgîna di navbera gelek gundên bajaroka Ceza ya navçeya Til Hemîs de rûxandin û hinek ji wan jî ji ber rewşa hewayê xerab bûn. Ji ber vê yekê welatiyên herêmê di çûn û hatinê de gelek zehmetiyan dibînin û bang li Şaredariya Gel kirin ku piran ji nûve ava bike.QAM-DAXOZA GEL JIPO AVAKIRNA CSER (1)

Çemê El-Rimêla yê ku bi navê El-Ehêmer tê naskirin ê bajaroka Ceza, gundên girêdayî bajarok dike du parçe. Ji ber ku gelek pirên li ser çem hatine rûxandin gundiyên wê herêmê gelek zehmetiyan di çûn û hatinê de dibînin.

Gundên ji ber rûxandina piran di çûn û hatinê zehmetiyan dibînin ev inʺEtaş, Eqab, Kaxerta, El-Ehêmer, Xirbet El-Ehêmer, Derdara, Hidêbiya, Ceza.ʺ

Çeteyên DAIŞ`ê Gelek pir ji wan ji rêgirtina li ber pêşveçûyîna şervanên YPG û YPJ`ê rûxandin. Her wiha hinek pir jî ji ber rewşa hewayê ya bi salan xerab bûne.

Şaredariya Gel a bajaroka Ceza ji ber kêmbûan alav û derfetan bi awayekî lezgînî hinek pir bi destan çêkirin. Lê erebeyên mezin nikarin li ser wan piran re derbas bibin.

Hemwelatiyên gundên navborî ji bo ku çûn û hatina wan li wê derê hesan bibe bang li Şaredariya Gel  kirin ku piran jinû ava bikin.

 (bx/kc)

ANHA