Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyan sersaxî ji malbata nûçegihanê me û 4 şehîdên din re xwestin

Dîmen

Dîmen: Konê sersaxîyê

QAMIŞLO – Bi dehan şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata 5 şehîdan re di nava wan de malbata nûçegihanê ajansa me(ANHA) Hogir Mihemed, xwestin.QAM-KONIE SER SAXîE (4)

Bi dehan şêniyên kantona Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiya yê nûçegihanê me Hogir Mihemed yê ku di teqîna gundê Ebû Fas ê girêdayî bajarê Hesekê de şehîd bû, şervanên YPG`ê Hemo Şêxo(Mezlûm Qamişlo), Mihemed Hisên(Ciwan Qamişlo) yên ku di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di 14`ê cotmehê de şehîd bûn, şervanên Erkaxweparastin Hisên Hisên yê ku li Bendava Tişrîn di 14`ê cotmehê de şehîd bibû  û şehîd Fadî Şêxo yê ku di Hemleya Rizgarkirina Reqayê di 16`ê cotmehê de şehîd bibû û sersaxî ji malbatên wan re xwestin.

Konê sersaxiyê li ber Goristana  Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hate vedan. Kon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al û sembolên şoreşa Rojava hatibû xemlandin.

Merasîmê sersaxiyê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê Abdulezîz Osman axivî û got ku  gelên herêmê bi saya şehîdan bi ewle dijîn.QAM-KONIE SER SAXîE (1)

Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat axivî û serxasî ji malbatên şehîdan re û ji ajansa me re xwest. Berekat got ku şehîd Dilîşan û Hogir bi pênûs û kamîreyên xwe rastî ji raya giştî re raghandin.

Bi navê YPG`ê Fermandar Alan Qamişlo jî axivî û sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û got:”Me bi saya xwîna şehîdan bajarê Reqayê rizgar kir û me alên xwe li bajar hildan jor”.

Merasîma  sersaxiyê heyanî saetên êvarê berdewam dike.

(bx)

ANHA