Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên bajaroka Sirrînê têkoşer Elî El-Hemdî oxir kirin

KOBANÊ – Cenazayê endamên Hêzên Asayîşê Elî El-Hemîdî yê di Pêngava Rizarkirina bajarê Reqqayê de şehîd bibû, bi merasîmekî hate oxirkirin.KOBANE-MERASIM-ELI HIMEDI ‫(160367109)‬ ‫‬

Endamên Saziya Malbatên Şehîdan, Hevserokatiya Şaredariya Sirrînê Înas Xemîs û Mistefa Muslim, Hevserokê Mala Gel Henan Methî û bi sedan şêniyên bajaroka Sirrînê, cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Elî El-Hemîdî ji bajarê Kobanê wergirtin û bi kerwanekî erebeyan ber bi bajarokê Sirrînê ve bi rê ketin.

Kerwanê cenaze ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên têkoşer hilda bûn, ji aliyê bi sedan şêniyên bajaroka Sirrînê ve hate pêşwazîkirin.

Li goristana bajaroka Sirrînê merasîmeke hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de li ser navê Hêzên Asayîşa Şêx Cebel seraxî ji malbatên şehîdan re xweset û soza domandina xeta şehîdan da.KOBANE-MERASIM-ELI HIMEDI ‫(160367106)‬ ‫‬

Di berdewama merasîmê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajaroka Sirrînê, Mistefa Muslim axivî û got: “Em bejna xwe li ber giyanên van şehîdan ditewînin, şehîd Elî ji bo welatê xwe canê xwe feda kir. Em îro li bajaroka Sirrînê bi saya keda şehîd Elî û hevalên wî bi aramî dijîn û soza xwe ya bi şehîdan re didomînin.”

Helbestvan Ehmed Misto jî hin helbestên xwe yên şoreşgerî xwen.

Paşê nasnameya şehîd Elî hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê merasîmê de, welatiyan cenazeyê Elî-El-Hemîdî li ser milên xwe kirin û ber bi goristana gundê Rimêla a navçeya Cerniyê da ku wî li wir veşêrin.

(bb)

ANHA