Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Çil Axa li ser hîmên neteweya demokratîk xwe birêxistin dikin

GIRKÊ LEGÊ – Li ser daxwaza niştecihên taxa Selahedîn a bajaroka Çil Axa Meclîsa Gel a bajarok komîna wan ava kirin.

Li Rojava û Bakurê Sûriyê hemû pêkhat li ser hîmên neteweya demokratîk xwe bi rêxistin dikin. Di vê çarçoveyê de li bajaroka Çil Axa ku piraniya pêhateya Ereb têde dijî avakirina komînan didime. Li ser daxwaza şêniyên taxa Selahedîn a pêkhateya Ereb  Meclîsa Gel a bajarok komîna taxê di civînê de ava kir. Civîn li dibistana Umer El-Mixtar a bajarokê hate lidarxistin. Di civînê de bi dehan şêniyên amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa herêma Girkê Legê Ebdulselam Ebas li ser girîngiya avakirina komînan û rola wê di civakê de axivî.

Ebas got:”Netewa Demokratîk û Rêveberiya Xweser xwe dispêrsin sîstema komînan, ji ber vê yekê pêwîst e em hemû cihên xwe di vê projeyê de bigrin û bi ser bixin”.

Di dawiya civînê de, Hacer Derwîş û Şêx El-Îsa wek hevserokên komînê hatin hilbijartin. Her wiha endamên komîteyên komînê”komîteya lihevanînê, komîteya parastinê, komîteya tenduristiyê, komîteya xizmetguzariyê û komîteya aborî” hatin hilbijartin.

(rr)

ANHA

GIRKE-AVAKIRNA-KOMINAN (3) GIRKE-AVAKIRNA-KOMINAN (2)