Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêniyên Dêrazorê cenazeyên 6 şehîdan spartin axê

DÊRAZROÊŞêniyên Dêrazorê cenazyeên 6 şervanên YPG’ê yên di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûn, li goristana Şehîd Xidir Hemad a bajaroka Ebû Xeşeb a li rojhilatê Çemê Firatê spartin axê.DERZOR_MERASIMEN_SEHIDA (5)

Welatiyên Dêrizorê Cenazyeê şervanê YPG’ê Ebûd El-Şeref (Hogir), Memed Şelal (Murad), Silêman Merwan (Botan), Ebdela El-Şêx (Goran Cerzra), Ebdulhemîd (Umran Cezra) û Xelef El-Hisên (Baz Cezra) yên di hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Hesekê wergirtin û bi karwanekî tirmpêlan ber bi bajaroka Ebû Xeşeb ve derketin rê.

Dema kerwan gihişt riya ketina goristanê, welatiyan cenazeyên şervanan li ser milan kirin û bi diuruşmeyan heta goristanê meşiyan. LI goristanê merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevserokê Meclîsa Dêrizorê ya Sivîl Xesan Yûsif axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê herêmê re xwest û got ku bi ked û tekoşîna şehîdan xaka welat ji çeteyan tê rizgarkirin.

Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa biratiya gelan û jiyana hevbeş a li Bakurê Sûriyê û wiha dom kir: “Li ser vê xakê xwîna welatiyên kurd, ereb, suryan û hemû pêkhateyên din tevlî hev dibve. Ev nîşaneya herî ber bi çav a biratiya gelan û jiyana hevbe a li herêmê ye.”

Yûsif bang li hemû welatiyên Dêrazorê kir ku tevlî Melcîsa Dêrazirê ya Leşkerî ya di bin banê QSD’ê de bibin û di şerê li dijî çeteyan de cih bigirin.

Di berdewama merasîmê de Endama Fermandariya YPJ’ê Rojînda Firat jî axivî û destpêkê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got ku şervanên azadiyê ji bo rizgakririna gelê herêmê canê xwe feda kirine û soza şopandina riya şehîdan da.DERZOR_MERASIMEN_SEHIDA (3)

Di merasîmê de her wiha li endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ayşe Elî axivî û goit ku şervaan ji bo hezkirina herêmê û rizgarkirina welatiyan cane xwe feda kirine û wiha dom kir: “şehîdên me jiyana azad a dûrî koletiyê ji me re diafirînin, em ê heta dawî minetdarên wan bibin, em soz didin ku em ê heta dawiyê riya wan bişopînin.”

Piştî axaftin bi dawî bûn sicîlê şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şervanan spartin axê.

(dc)

ANHA